KOBANÊ – Ji bo azadiya Rêber APO ya fîzîkî îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê dest bi meşa dirêj kirin. Ciwan û jinên ciwan ên ku di bin silogana ‘Emê Bi Rihê Fedayî Yê Ciwantî Azadiya Rêber APO Misoger Bikin’ tevlî meşa dirêj dibin çalakiya xwe bi axaftina koordinasyona Yekîtiya Jinên Ciwan bi navê Firyal Temê despê kir. Temê di axaftina xwe de bal kişand li ser berxwedana Rêber APO ku 24 sale li zindana Îmraliyê di bin îşkence û tecrîda girankirî de berxwedaneke dîrokî û bê hempa dimeşîne. Bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan berxwedana Rêber APO hat pîroz kirin û dan zanîn ku ji bo azadiya Rêber APO ya fîzîkî wê her di nav çalakiyan de bin û li qadan bin.
Meş wê sê rojan ber dewam bike
Meş ji Sewamê Rovî destpê kir heta gundê Til Xezalê berda wam kir. Ciwanan di meşê de pankartên ‘Emê Bi Rihê Fedayî Yê Ciwantî Azadiya Rêber APO Misoger Bikin’ her wiha ‘Ciwan Fedayî Rêber Apo’ ne vekirin û alê Rêber APO hildan. Îro meş gihîşt gundê Til Xezal, wê sibe ji gundê Til Xezal dest pê bike heta navçeya Şêranê berdewam bike.