REQA- Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêber Apo hatibû destpêkirin û dîl girtin, li pêşiya Meclîsa Giştî ya Reqa çalakiya kon dan destpêkirin.
Ciwanan bi dirûşma ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo ne’ kon danîn û pêşangehek ji wêneyên Rêber li qadê vekirin.
Bi sedan xelkê herêmê serdana kon dikin.
Li vir li ser navê Meclîsa Şehîd Hêlîn Cûdî daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin ku Komplotya Navneteweyî negihişte armanca xwe û got: “Yên digotin wê bi girtina Rêber Apo dawî li vê fikir û îdeolojiyê bê, negihiştin armanca xwe. Raman û felsefeya Rêber Apo belavî hemû cîhanê bûye.”