NAVENDA NÛÇEYAN – Erdhêja Mereşê ku navenda wê Kurdistan bû, 8 roj di ser re derbas bû. Em ketina roja nehan lê her ku dem derbas dibe bîlançoya erdhejê girantir dibe. Rayedarên Tirkiyê derbarê rewşa dawî a herdhejê daxuyanî dan. Li gorî bîlançoya rayedarên Tirkiyê heta niha 31 hezar 643 kes di erdheja Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane. Nezî 14 mîlyon welatî ji erdhejê bandorbûne.
Zêdetirî 150 hezar kes jî ji heremên erdhejê koçber bûne. Li gorî dîtin û şîroveyên aborîzanan jî xesara aborî ya erdhejê 100 milyar dolar e. Di 10 bajarên ku erdhejê lê dayîn de, gel hesab ji desthilatê dixwaze û dibêjin ‘Ne depremê, dewletê me kuşt’.