MINBIC- Bi hildana wêneyên Rêber Apo û dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rêber Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Ciwanên Şoreşger’ meş ji dorhêla El Mizan destpê kir û heta pêşiya Stadyoma Şaredariyê ya 4’ê Nîsanê dom kir.
Meş piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Şîrîn Mihemed El Ehmed daxuyanî da. Ehmed bal kişand ser bûyer û pêşketinên li herêmê û sûcên dewleta Tirk a li ser xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bikaranîna çekên kîmyewî ya li Herêmên Parastinê yên medyayê.
El-Ehmed qala projeya netewa demokratîk jî kir û got: “Projeya netewa demokratîk a ramanê Rêber Apo e, rêya azadî, jiyan û jiyaneke birûmet ji bo hemû gelan ronî kiriye.”
El-Ehmed bal kişand ser sîstema êşkence û tecrîdê ya li Grava Îmralî ku Rêber Apo dîl tê ragirtin.
Şêrîn Mihemed El-Ehmed diyar kir ku ew ciwanên li Minbic û gundewarên wê li pişt têkoşeran in û got: “Divê ciwan rastiya dewleta Tirk a faşîst nas bikin.”
El-Ehmed anî ziman ku ew CPT û rêxistinên navneteweyî ji rewşa li Îmralî û tecrîda li ser Rêber Apo berpirs dibînin.”