NAVENDA NÛÇEYAN – Dosyayê taybet ya ajansa me ya Nûçe Ciwan a bi malbatên ku bi Rêber Apo re mane nirxandina wan li ser nezîkatiya Serokatî û gel ji bo we berhev kir, di heman demê de di nirxandinên xwe de behsa komploya nêvdewletî a 15ê Sibatê kirin.
Ferhan Didêrî: Dîtina Serokatiyê ji bo min ji nan, av û hewayê girîngtir bû
Serokatî ji bo min pêxember e
Ji ber kesayeta Serokatî ya mezin, her kes nikare wî bibîne. Ez dixwazim mînakekê bêjim; “Niha di mislimantiyê de hec heye, ferze herkes biçe vê hecê. Li gorî min eger Mihemed negotiba ew pêxemberê dawî ye, û di qûranê de jî wisa nehatiba gotin, Serokatî wê wekî pêxemeberekê ba. Ji ber rola serokatiyê jî weke ya pêxemberekê ye.” Dîtina serokatiyê jî ji bo min wekî çûyîna hecê bû, yanê serokatî ji bo min hec bû. Dîtina serokatiyê ji bo min, ji nan, av û hewayê bêtir girîng bû.
Serokatî partî li ser pîvanên saxlem ava kiriye
Serokatiyê her dema perwerde dida, gelekî zorleme dibû, her ji me re digot hûn kesayetên kevin in. Yan jî dema ku agahiyê şihadeta hevalekî ji eyalet, welat û çiyan ji serokatiyê re dihat, gelekî aciz dibû. Dema ku li wêneyên hevalê Kemal, Xeyrî û Mazlûm dizivirî û ji me re digot; “Eger li gel min 5 hevalên wekî Heqî hebana, min niha min Kurdistan rizgar kiribû.” Dema ku destpêkê jî serokatî partiyê ava dike, wê li ser pîvanên saxlem ava dike.
Serokatiyekî enternasyonal e
Mirov hertim difikre dibîne ku 29 serhildanên beriya serokatiyê çêbûne, nikarîbûn şaxên xwe weke ya serokatiyê belav bikin û mezin bibin. Ji ber derketina serokatiyê ne tenê ji bo perçeyekî bû, heta ne tenê ji bo Kurdistanê bû, derketina serokatiyê ji bo tevahî Rojhilata Navîn bû. Yanê serokatî ne tenê ji bo gelê Kurd têkoşîn kir, ji bo tevahî gelên netewên din jî têkoşîn kiriye. Ji xwe hevalên ku destpêkê bi serokatiyê re dest bi têkoşînê dikin, hevalên çepên Tirk in.
Fêmkirina kesayeta Serokatiyê ne hêsan e
Mihemed Qasim: Serok kesayetî pir bi heybet e
m ji tevahî gel re dibêjin hûn dêndarê Serok in, divê hûn her tiştî ji bo Serok û Xweda bikin. Serok ji we re ewqas ked daye, hûn parastin e, ji we re gerîla bi pêşxistiye, divê hûn jî xebat bikin. Ev têkoşîna me bi karekî an jî du karan an jî sed karan bi dawî nabe. Weke mînak ez niha nimêjkar im, ma çêdibe ku ez bêjim ez êdî bûme 70’î sal ez nimêj nakim, tiştek wisa çênabe, guneh e, guneh jî kûfrî ye. Ji bo Serok jî wisa ye, çênabe ku tu dev ji Serokê xwe berde. Heya ku dilopa te ya xwînê hebe, tu yê kar bikî. Emê bi rihê welatparêziyê heya dawiya temenê xwe jiyan bikin.
Dema Serok hate girtin 9 şevan ez ji malê derketim, û min gunehek jî wê demê kir. Piştre min bang li zarokê xwe kir, hemû li derdora xwe kom kir, min Qûran danî ber wan û ji wan re got; “Divê hûn destê xwe dayînin ser Qûranê û sond bixwin, ku emê dev ji Serok û partiya xwe heya mirinê bernedin.”