HESEKÊ – Duho Tevgera Ciwanên ş-Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Hesekê navçeya Dirbêsiyê li hemberi komploya 15’ê Sibatê çalakî lidar xistin.
Ciwan û jinên ciwan ji pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger a navçeyê heta çerxerêya Gardînya meşiyan. Li çerxerêyê, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger endama rêveberiya tevgerê, Elîza Hiso axivî û Komploya Navneteweyî şermezar kir. Elîza got “hêzên cîhanî bi rêya komployê xwestin tevgera azadiyê têk bibin lê bi saya berxwedan û têkoşîna Rêber APO hemû plan têk çûn.”
Elîza Hiso soza şopandina têkoşîn û berxwedanê heta şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO da.