QAMIŞLO- Îro li bajarê Qamişlo bi deh hezaran ciwan û gel qomploya navnetewî şermezar kirin.
Li bajarê qamişlo ji bo tecrîd were şermezar kirin meşek girseyî hat li darxistin. Meş bi deh hezaran kesîva li duwara sonî destpêkir û berbê Wargeha Ciwanan meşiya. Li meşê hember qomploya navnetewî gel hêrsa xwe nîşan da û bi dengên girs sloganên Bîjî Serok Apo berzkir. Dawiya meşê de li ser qomploya navnetewî Asya Abdulah axifî û çalakî bi dawî bû.