MEXMUR – Bi 15’ê Sibatê re ciwanên û jinen ciwan Mexmur ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO grevê birçîbûnê dewr girtin. Bi tevlîbûna 15 ciwanan gruba 8’emîn a greva birçîbûnê destpê kir. Ser navê grubê Dicle Benek û Dilvîn Seven ji ajansa me re axivî. Di axaftina xwe de bal kişandin ser Komplo û azadiya fîzîkî ya Rêber APO.
Dicle Benek di axaftina xwe de wiha got:
“Berî 25 sal bi komploya Navnetevî Rêberê me hate dîl girtin, heya azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkoşîn dayîn jî erka me ye. Rêber APO ji bo her beşa civakê bûye ronahiyek, ev komplo pêk hat ji ber ku fikir û felsefeya vî ditirsiyan. Rêbertî got ‘Me bi ciwantî despêkir bi ciwantî jî serbikevin’ em pêwîste vî gotinê esas bigirin û serî xwe hemberî dijmin netewînin.”
Dilvîn Seven jî axaftina xwe de wan tiştan anî ser ziman:
“Komploya nawnetevî ji alîyê hêzên navnetewî hate pêk anîn. 15’ê Sibata 1999’an di şexsê Rêber APO de hemû civaka Kurd dîl hatin girtin. Hukumeta faşîst AKP-MHP bi vî komployê xwest fikir û felsefeya Rêber APO li cihanê belav nebe. Dewletê dagirker dixwestin hêviya ku Rêbertî avakir xilas bikin. Ji ber heqiqeta Rêbertî bû ronahiyek. Dîl girtina Rêberti bû sedema serhildan û çalakiyên fedaî. Wekî tê zanîn di Mexmurê jî dijî tecrîdê grev hatin despêkirin. Wek gruba 8’emîn jî ciwan tevlî bûn. Rêbertî her ciwan pêşeng diyar kiriye, ji bo vî em wek ciwan hem dijî tecrîdê hem jî dijî komplo grevê de ne. Heya azadiyê Fîzîkî ya Rêber APO em jî wek ciwan ne azadin bin tecrîdê de ne. Banga me herkesî ye ku hember tecrîdê bibin dengek. 2 hevalên me jî vî pêvajoyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bedena xwe dan ber agir û gotin ‘Agirî bedena me yê Girava Îmraliyê ronî bike’ em herî dawî çalakiyên wan jî silav dikin, em şopa berxwedana wan de bin.”
NC// Rizgar Adanmış