NAVENDA NÛÇEYAN – Erdheja 6’ê Sibatê ku navenda xwe Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû, bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir. Xelkê di vê erdhejê de zirarek mezin dît û gelek windahî dan. Li Sûrî ji ber erdhejê heya niha bêtirî 5 hezar kes bûn qurban. Dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir jî bibe.
Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku di erdheja li Sûriyê de heta niha 5 hezar û 651 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî jî wêraniyeke mezin çêbû. Dewleta Tirk a dagirker nehişt tîmên lêgerîn-rizgarkirinê û alîkarî bigihêjin wir.
Texmîn hene hîna hejmara qurbanên erdhejê zêdetir bibe. Xebatên tîmên lêgerînê li herêmên hilweşiyayî bi hemû derfetên xwe dewam dike.
Hîna jî bi sedan kes di bin kavilan de ne.