BEHDÎNAN – Garê piştî operasyona dagirkeriyê ya sala 2021’an ku weke destpêka dawî û bêhêvîbûneke giran a dijmin hate binavkirin, bûye herêmeke ku artêşa Tirk a dagirker bi bêhêvîbûneke mezin lê derketiye. Dibe ku gelek kes bi van êrîşên dagirkeriyê cara yekem navê Garê bibihîzin.
Erê, Garê li Başûrê Kurdistanê ye, ku hêzên gerîla bi salan lê bi cih bûne, her dewsa wê nas dikin, çiya, kevirên wê, yanî xweza û ava wê û her wiha weke navê xwe nas dikin. Daristanên wê ew qas gir û xweş in ku carinan meriv xwe di nav welatekî çîrokan de hîs dike. Li dever û newalên ku avên zelal diherikin geliyên kûr hene, lê hîn newalên vî jî ne pir kûr in lê di bin spehîtiya darên çinarê de veşartî ne. Garê ku bi darên gûzan, berû, rez û hêjîran bextewariya xwe pêşkêş dike, tê gotin ku cihê efsanewî “Baxên Daleqandî yên Babîlê” ye. Belê, yên ku vê bedewiyê nas dikin, gerîlla ye. Jiber ku ew di her gelî re derbas bûye, li her rê meşiyaye û xwe spartiye her darê.
Ji bo me ewil cihên ku em derbasî gerîlatiyê bûn jî ev der bû. Ev der bûye cihê fêrbûna bi xwezayê re, vegerandina li xwe, li gorî zehmetiyên ku ji ber şert û mercên erdnîgarî hatine afirandin, bi kurtasî ji nû ve vedîtina jiyanê. Ji ber vê yekê dibe ku em ji bo Garê bibêjin “Dayik” guncavtir be. Mahîr Kop ê ku di sala 2021’an de di berxwedana Avaşîn Werxelê de bi qehremanî şer kir û di encama çekên kîmyewî de şehîd bû, di rojnivîska xwe ya li ser qada Avaşînê de wiha nivîsiye; “Dema ez hatim liser axa te ez cuda bûm û ez niha cudatirim. Ez bi te re fêrî jiyankirin û dana jiyankirinê bûm. Fêrî hezkirinê, rêzgirtinê, watedayînê bûm. Min rastiya xwe, hestên xwe jiyan kir. Min weke ax li te mêyze nekir. Weke dayik li te mêyze kir û ezê mêyze bikim jî û viya jî bizanibe ezê di te û bi dawî bibim weke hemû cangoriyên te.”
Li vir hemû kurteya şerê Garê di van gotinên şehîd Mahîr Kop de veşartiye. Ev hevok bûn îfadeya wateya lehengên ku di bin fermandariya Şehîd Sorêş Beytûşşebap de keliyek jî be hemberî arteşa Tirk a dagirker eman nekirin.
Tevî ku em ne li qadên ku şerên yek bi yek lê diqewimin jî, dengê coş û kelecan ê hevalên me yên di nava yekîneyên eraziyê de bi şev û roj gotina “dijmin ji vir direve”, “Em ê li dijmin bixin, em li bendê ne” ji bo me heyecaneke mezin hebû. Dema ku balafirên şer hemû qadên ku em lê bûn bomberdûman dikirin, balafirên keşfê jî li jora me difiriyan, îrade û performansa mezin a hevalan pisporiya gerîla ya serdema nû derxist holê. Em hemû li bendê bûn ku dijmin were herêmên me û me xwe li ser vê bingehê amade dikir. Daxwaza me hemûyan hebû ku em şer bikin û li dijmin bixin. Me dizanibû ku ji ku derê tê bila were, divê em wê têk bibin. Dema ku nekarî li hember îradeya bilind a hevalên me bisekine neçar ma ku bireve û alavên teknîkî terikand. Ji ber vê yekê bêyî ku li paş xwe binêre bi revê çû.
Helbet “Girê Gabar” jî hebû ku di şer de rola herî mezin lîst. Hevalên li Girê Gabar yek bi yek yekîneyên şer koordîne kirin û hevalan bi hev re di nava têkiliyê de hiştin. Yanî yek ji hêzên sereke ku çarenûsa şer diyar dike, xebata bêkêmasî û hûrbîn a wan hevalan bû.
Dijmin ji ku derê dihat bila bihata, ew ê ti carî bi ser neketibûya û di şexsê şehîdên Siyanê de jî divê vê yekê fêm bikira, lewra neçar mabû ku têkçûna xwe qebûl bike. Artêşa ku xwe li her carê diwerimand , xwest têkçûna xwe bi çekên kîmyewî veşêre. Helbet ti meşrûiyeta artêş û dewleteke ku bi vî awayî leşkerên xwe yên êsîr jî qetil dike nîne. Helbet me dizanibû ku şehîd hene, lê ji ku û çawaniya me tunebû. Piştre jî ji daxuyaniyan hate zanîn ku hevalê Şoreş Beytûşşebap û 13 hevalên din bi şerekî qehremanî şehîd bûne.
Şerê Garê dema ku ji bo gerîla û hêviya gelê Kurd bû vîneke nû, ji bo hêzên faşîst û dagirker bû destpêka têkçûnê. Rêheval Şoreş, Cûdî, Bawer, Erdal, Argêş, Avareş, Rojhat, Xeyrî, Delîl, Xabur, Rêber, Seydo, Seyfî û Arhat bûne lehengên ku destana berxwedanê ya Garê nivîsandine. Em jî serbilindî û rûmeta bêhempa ya rêhevaltiya wan dijîn. Helbet em ê tola wan hilînin û em ê têkoşîneke layiqî wan bidin.