NAVENDA NÛÇEYAN – Di 10’ê Sibatê de dema ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên rizgarkirî yên çiyayê Garê yê Başûrê Kurdistanê dest pê kir, dewleta Tirk a dagirker bi hemû teknîk û çekên xwe yên hovane dixwest di zûtirîn dem de gerîlayên Azadiya Kurdistanê tine bike.
Dema ku hêzên dagirker xwe spartin teknolojiya xwe, îhtimal nedan ku Gerîlaya Azadiya Kurdistanê bi vîn, bawerî û îradeya pola re rû bi rû bimîne. Di vî şerê ku li dijî komploya 15’ê Sibatê bi lehengiya xwe serkeftinek kete dîrokê de, çalakiyên dijwar ên gerîlayên fedaî ji bo artêşa Tirk a dagirker destpêka hilweşînê ye.
Dewleta Tirk a dagirker bi çavbirçîtiya xwe ya desthilatiyê nekarî pêşbînî bike ku gerîlayên bi biryar wê çiqasî li hemberî van leşkerên dagirker û teknolojiya herî modern bi ser bikevin, lewma di destpêka êrîşên dagirkeriyê de serî li çekên kîmyewî da.
Di encama bikaranîna tund a çekên kîmyewî de gerîlayên azadiyê yên qehreman Şoreş Beytuşşebab, Cûdî Serhat, Bawer Elkê, Argeş Ronî, Avareş Van, Garê li ber xwe dan û bi qehremanî şehîd bûn.
Di êrîşên dagirkeriyê yên piştî Nîsana 2021 û 2022’an de dest pê kir, dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî hêzên gerîla nekarî li ber xwe bide, ji destpêkê ve bi awayekî berfireh çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bikar anî û heta niha jî didome.
Di encama daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de 101 lehengên di encama bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî de şehîd bûn, dewletên navneteweyî jî li hemberî binpêkirina hemû rêgezên hiqûqî û exlaqî bêdeng in û piştgiriya xwe didomînin.
Êrîşa ku bi plana qirkirina Kurdan hat destpêkirin, berdewama komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Apo ye û yek ji mezintirîn şervanên Gladîo-NATO ye. Tevî ku Rêber APO li Îmraliyê hate revandin û tecrîdkirin, civaka Kurd ji Rêbertiya xwe dûr ma, lê têkoşîna wî tu carî nesekinî. û heta ku ev hêzên faşîst di bin zîhniyeta xwe ya îmha û qetlîamê de her û her neyên tinekirin wê bi dawî nebe.
Ev dosya ji bo bîranîna gerîlayên azadiyê yên ku ji destpêka dagirkirina Garê ve di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bûne, hatiye diyarkirin.
NC // Andrea Wolf