NAVENDA NÛÇEYAN – Demokrasî ango azadiya gel dê bi rêbaza xwe ya şoreşgerî ava bibûya. Ji ber ku dijminê me, bi 24 Tirmehê, heta berê wê redkirina mutabakata Dolmabahçe û gelek qetliman jixwe îlan pêvajoya darbeyê bi rengê şerê topyekûn kiribû. Di nav şertên darbeyê de yek rêk heye ew jî rêbaza şoreşî ye, yên din an teslimiyet an jî reva ji têkoşinê ye. Her du meyl jî ji niha ve xwe didan der. Dûbendiya vê pêvajoyê kûr dihat jiyan dikir. A rast di hemû pêvajoyên şoreşan de tiştinên ku dihat jiyankirin, me jî wekî rêxistin jiyan dikir. Bêguman dê kesên xeta şoreşgerî jî hilbijartina hebûna.
Pêvajoya şoreşî; gel, gerilla û hemû kadroyên rêxistinê bi heman rolê dawetê sehneye şer dikir. Herkes dê ji her karê re amade be. Ger herkes zarokê vê axê ye, êdî ji erkê civakî û netewî li ser navê çi dibebila bibe rev nîn bû. Ji ber ku Rêber Apo ji herkesê re derfet û şertê xwe tevlîkirin û pêkanina şoreşa Kurdistanê ava kiribû. Êdî di bin navê kar û heta gel de jî xwe zêde kategorizekirin ne mimkûn bû. Ev du nifşên civaka Kurd bi azmûn û felsefeya PKK mezin bibû. Hema hema herkes Rêbertî û PKKê têra xwe îdrak kiribû. Tenê mabû vê îdrak û bîrefamê rêxistinkirin û li hember dagirker û desthilatdar têkoşinkirin bû. Tam jî dem ev dem bû.
Bi taybet Heval Mahsum dema ku çûbû bajêr vê rastiyê hin baştir ditîbû û bi mixabinî dianî ziman. Ê ku van axaftinan bi hevalên Mahsum didan gotin, milis û ew kesên ku bi xwe rêkxistin kiribûn. Sozên ku li çiyan dabûnê pêk neanîbûn. Ev demeke dirêj bû, Heval Mahsum û hevalên ku karên xwe parastinê dimeşandin û hejmereke diyar yeke avakiribûn. Beşek mezin ji van kesên rêxistinkirî di dema zehmet a destpêkiribû de xwe tam pasif kiribûn. Gelek yekeyên xwe parastinê di dema agirbest û qaşo pêvajoya aştiyê de hatibûn saz kirin. Ev sedemek bû. Lê sedema esasi, di perwerdekirina wan de jî kêmasî hebûn.
Li ser taybetmendiyê şerê gele şoreşgerî û kesayetiya şoreşgerî baş nehatibûn perwerdekirin û amadekirin. Ji ber ku di fêmkirina hevalan de jî kêmasî û şaşîtî ne kêm bû. Ên ku bi dil can xwe tevlî pêvajoyê jî dikirin, xwe û yekeyên xwe amadekirinê de li gorî asta ku bersiv bide pêvajoyê nebû. Civak û kadroyên şoreşgerî li hember guhertineke ev çend dijwar nehatibû amadekirin. Psikolojiya civaka sivil di demên awarte de, li ser kadroyên me jî bandora xwe kiribû. Lê rastiyekê hebû, gelê Botanê ji gelek pêvajoyên bi vî rengî derbas bibû, guman tunebû ku wê bi demê re bi şertên şerê gelê şoreşgerî re bibûya yek.
Bi taybetî ciwanên Botanê bi siyaseta heyî re serê xwe nediêşandin. Ev ji milekî ve baş bû, ku ji nêzikatiyên siyaseta liberal pir bandor nebibûn. Şerkerî zêdetir bala wan dikişand. Piştî ku heval çûn bajaran wan jî moreleke mezin girtibû, bi çek an jî bê çek her tim li kêleka hevalan cihê xwe digirtin û alikarî didan. Ciwanan tu carî bi dewletê bawer nedikirin. Ji ber ku êşa herî mezin ev nişfa nû kişandibû. Gelek êşên trajik ji malbatên xwe wergirtibûn û herî dawî jî li ber çavên wan bi dehan ciwan û zarok hatibûn şehidkirin. Şiroveyên wan sade û rast bû; ‘dewleteke ku bixwaze çareserî bike ewqas kiryarên bêehlaq ê der mirovî nake’. Ev nêrina di cihê xwe de, dihişt ku yên herî rast nêzikê pêvajoyê bibin.
Bi destpêkirina agirbesta Newroza 2013’an ve şerê Rojava ve, bi hezaran ciwan berê xwe dan nav refên têkoşina azadiyê. Piştî 91-92’an şûnde tevlibûna herî zêde y a Tevgera Azadiyê di vî pêvajoyê çêbû. Li her derê ciwan bi rengekî dixwestin tevlî karekî şoreşê bibe. Mixabin coşa şoreşî jî şaş hatibû şirovekirin û li gorî hatibû xwestin nêzikatî rast nehatibû raber kirin. Eger pêvajoya şoreşî baş bihata nirxandin, tevlibûn ji heyî wê herî kêm du car zêdetir bûya. Dem demeke şoreşî bû, demekî şerê gelê şoreşgerî bû. Di hemû pêvajoyên şoreşgerî de gel bi taybet ciwan li ser piyan e, ji her cure kar re amade ne.
Ciwanên Cizîr û Silopî jî bi taybet, piştî êrişên dawî û hovane ên dijmin, wekî ku nêrinê wan hatibe piştrastkirin, dihatin gel me hîn bêhtir ji xwe bawer diaxifiyan û bi heyecanek mezin çek û cebilxane dixwestin. Bi rastî heyecana azadî û xilasiya Kurdistana Bakûr, dil û giyana ciwanan rapêçabû. Her çiqas li hember pêvajoyê hin kesên ku şaş û neyinî nêzik dibûn hebûn jî, lê bi giştî ciwanên Botanê, amadebûn ku her cure şerê şoreşgerî bimeşînin.
Kêmasî vê potansiyela şoreşgerî baş ne şîrovekirin û nerêxistirin bû. Di gelek qadên xebatên me de li hember ciwanan nêzikatiyên dem kin û pragmatist li pêş bûn. Ciwan ne kirdarê şoreşê, gava ku lazim be, bi tenê wekî hêza şîddetî bikaranîn nêzikatiya giştî ya xebatên mebûn. Mixabin di nav rêxistina ciwanan de jî hişmendiya serdest ev bû. Lê ciwan qasê ku hêza şer bû ewqas jî hêza înşakirina pergala xweseriya demokratîk bûn jî. Di teorik de ev yek pir dihat ziman, lê pratik vê yekê nedigot!
Vê şeva Girê Çolya, min heta berê sibê bi hevalê Mahsum û Xemgin Cizir û hevalên ku Silopî hatibîn re derbarê van mijaran de niqaş kir. Min xwest berê ku ez biçim, detayên herî biçuk jî fêr bibim. Tecrubeya hevalan a herî nû bû, û tê de gelek dersên ku mirov bigirta hebû. Him tiştên neyînî him jî erênî bi hev re di hundirê hev de dihat ziman. Hefteya destpêkê ya girtina bajaran gelek tiştan dihêşt ku mirov ji nû ve bigre dest û nêzikatiyên xwe di ber çavan re derbas bike. Ev niqaşên şevê yên me kirî, min hîn bêhtir bê sebîr dikir, da ku ez zû bighijim cihê. Wekî ku ez dereng biçim, wê gelek tişt ji dest biçe di min de nêrin peyda kir. Bi taybet ji bo min tîr ji kevan firiyabû, tişta divê bihata kirin zû bihiştama cih ango hedefa xwe. Bi heyecaneke mezin li benda roja nû mam.
Çavkanî: Di pirtûka ‘Tofana Azadiyê, Berxwedana Şarê Cîzira Botan’ hatiyê girtin.