NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber ku ava paqij nayê bidestxistin û xizmeta tedawiyê baş nayê kirin, di warê zêdebûna nexweşiyên têgerê de fikar zêde bûn. Hişyarî tê kirin ku ji du hefteyan heta çar hefteyan dibe ku nexweşî zêde bibin.
Navenda Ewropî ya Pêşîlêgirtin û Kontrolkirina Nexweşan’ê (ECDC) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir di van rojan de dibe ku nexweşiyên têger zêde bibe.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, kesên ji erdhejê rizgar bûne dema ku biçin stargehên demdemî dibe ku bi van nexweşiyan re şewb jî pêk were.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ev enfeksiyon wê ji av û xurekan derbasî mirovan bibe û dibe ku vîrusên hepatît a, norovîrus û rotavîrus zêde bibin.
Hate gotin di demên pêş de dibe ku nexweşiya kolerayê jî zêdetir bibe. Ji ber bidestnexistina avê bi mehan e, li Sûriyeyê kolera heye.
ECDC diyar dike dibe ku nexweşiyên Covîd-19, şewb û vîrusên dikevin pergala bêhnstendinê jî zêde bibe.