NAVENDA NÛÇEYAN – Pir girîng e ku mirov pirsgirêkên jinê yên di nava civakê de berê pêşî ji aliyê civakî-dîrokî ve bigire dest û li ser bisekin e. Pirsgirêka jinê pirsgirêkek e ku di çavkaniya tevahiya pirsgirêkan de ye.
‘Înana vê pêvajoyê nîşan dide’
Em dibînin ku mirovatiyê hê gav navêtiye, civaka dewletdar a çînî li ser jinê hiyerarşiyeke hişk a mêrê serwer bi sazî bûye. Ji bo sedemên pêkhatina serweriya mêr, serî li gelek vegotinên dînî û mîtolojîk dane. Destana Xwedawenda Urûkê, Înanayê vê pêvajoyê nîşan dide. Di vê destanê de, mirov ji bo xwezayê, xwedawenda dayik û pîroz a berê hesreteke mezin dibîne. Di nava pergala dewlet û hiyerarşiya bavikan de hatiye asêkirin û ji ber hîlekarî, xasûkî û zordariya mêrê serwer nalenala wê ye.
‘Jina weke xwedawend diket zîgoratên Sumeran’
Di Destana Babîl de ev rastî hê zêdetir eşkere û bi tesîr tê ziman, ango pevçûna Mardûk û Xwedawend Tîamat. Di mîtolojiya Sumeran de, tê gotin ku jin ji parsûyê mêr hatiye afirandin. Ev îfadeyeke sembolîk e. Dînên yek xwedayî jî vê yekê dewam dikin. Jina weke xwedawend diket zîgoratên Sumeran, weke orûsipiyekê ji perestgehê derdiketiye. Kerxaneya pêşî li bajarên Sumeran tê vekirin. Payeya jinê ji orûsipîtiya perestgehê, ber bi xizmetkariya (cariyetiya) qesrê ve tê bilind kirin. Li bazarên bazirganiyê objeyeke kole ye ku dest jê nabe. Di şaristaniya Greko-Romen de, bi tenê koleya karên nava malê ye. Di nava polîtîkayê de, ji xwe cihê wê nîne. Di şaristaniya Ewrûpayê de jî objeyeke cinsî ye ku bi peymanekê bi mêr ve hatiye girêdan. Her wiha di şaristaniya kapîtalîst de, orûsipiyeke giştî ya gerdûnê ye. Dîrok bi mêrê serwer re, bi temamî bûye xwediyê avahî û maneyeke cinsiyetparêz. Dîrok êdî weke mêr dimeşe.
‘Mêrê kole jî ewqasî jî pîrek e’
Pîrekirina jinê (tê maneya kolekirina jinê), piştre di civaka zordestî û mêtinkar de pîrekirin, li ser objeyên mêr jî tê meşandin. Klîka jor a siyasî, eskerî û rahib a civakê dikeve pozisyona cinsên serwer û beşên jêr ên têne rêvebirin jî her diçe dibin pîrek. Di civaka Greko-Romen de mêr ji ciwaniyê ve bi helwesteke cinsiyetparêz a zêde tê perwerdekirin. Di tevahiya serdemên şaristaniyan de, helwestên çeloxwarî yên cinsî weke encama helwestên cinsiyetparêz ên ji jinê re, pir tên dîtin. Êdî jin çiqasî kole be, mêrê kole jî ewqasî jî pîrek e. Di civaka Rojhilata Navîn de, li van pirsgirêkên koka xwe dîrokî wexta pirsgirêkên îro ên çavkaniya xwe amûrên kapîtalîst ên mêtinkarî û zordestiyê jî zêde dibin, ya rastî ji bo jinê jiyaneke kabûswarî bivê nevê pêk tê.
‘Qat bi qat li ser ked û bedena jinê pêk tê’
Dibe ku maneya jinbûnê, mirova herî zêde di zor û zehmetiyê de be. Mêtinkarî û zordestiya çors a li ser civakê, qat bi qat li ser ked û bedena jinê pêk tê. Hê nû ha jê çêdibe ku, jin jî mirov e. Helwesta bêrûmet a cinsiyetparêz a hişk hatiye wê astê ku şûna xwe ji lêgerîna hewcedariya bi dostek û hevrêyekê re bihêle. Qet nebe, êdî guftûgoya vê tê kirin. Divê baş bê zanîn ku, di civakê de jiyaneke rast bi jinê re pêk neyê, jiyaneke manedar jî wê çênebe. Em divê zanibin ku jiyana herî xweşik û manedar bi jineke azad a bi temamî bûye xwedî rûmet re, pêk tê û bi vê zanînê divê em vegotin û çalakiyên xwe pêş de bibin.
Rêber Apo