GERMIYAN – Li Germiyan mîna deverên din ên Herêma Kurdistanê birîna daran berdewame û çalakvanan ragihand ku çavdêrî li ser nîne û berpirs jî diyar dikin ku agahiya wan jê nîne.
Aktîvîst Eyad Mihemed ji Rojnews’ê re diyar kir ku li gundê Tazedê yê navçeya Kelar a Germiyan gelek darên bi temen ji aliye welatiyan ve hatine birîn û got ku li gorî şopê şeva borî û vê sibehê dar hatine birîn. Aktîvîst Eyad Mihemed got: “Ev ne cara yekeme li vê daristanên Germiyan dar tên birîn. Berdewam ev kar dubare dibe. Mixabin ji ber ku aliyên peywendîdar weke pêwîst çavdêr nakin, dar tên birîn.” Aktîvîst Eyad Mihemed eşkere kir ku hinek caran di destpêkê de daristanan di şewitînin û piştre dibirin û got ku hinek dar temenê wan 10 sal in. Aktîvîst Eyad Mihemed herî dawî got: “Eger hikûmet berdewam çavdêriya daristana bike û kesên daran dibirin werin cezakirin, wê ji kesên din re bibe ders.”
Berpirsê Polîsên Daristanan ên Germiyan Reşîd Bekir diyar kir ku agahiya wan ji birîna daran nîne. Li Germiyan ji serê salê ve ji ber birîna daran 5 kes hatine cezakirin.