NAVENDA NÛÇEYAN – Duh, di 22ê Sibatê Heyva Sor a Kurd li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê diyarkir ku deriyê Pêşxabûr (di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de li aliyê Başûr) rê nade ku alîkariyên mirovî yên herêmî û navneteweyî bikevin heremê û bigihejîn herêmên Sûriyeyê yên ku erdhej lê çebûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber erdheja 6`ê Sibatê, karesatek mirovî ya mezin çêbû û zirarên mezin gihaştin gelê herêmê. Civaka herêmî û navneteweyî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên madî û manewî ji mexdûrên erdhejê re hewldanên mezin dan. Ji ber ku baweriya wan bi Heyva Sor a Kurd tê, xwestin ev alîkarî bi rêya wê bigihêjin herêmên erdhejan.
Lê mixabin, bêyî ku sedem bên zanîn, em rastî gelek astengiyan tên. Herî dawî duh (21`ê Sibatê) derbasbûna karwanekî alîkariyên mirovî ji aliyê deriyê Pêşxabûr û desthilatên girêdayî wê ve hat astengkirin.”
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Heyva Sor a Kurdmîna van biryaran red dike û bê wate dibîne û mafê wan e ku alîkariyên ku ji aliyê civakên baweriyê bi wan tînin ve tên şandin, bigihînin herêmên tên diyarkirin. Hevya Sor a Kurd hêvî kir ku aliyên derbaskirina alîkariyan asteng dikin, ji biryara xwe paş de vegerin û ji bo alîkariyê hemû derî û rêyan vekin.