NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana “Jin, jiyan, azadî” ya ku di 16’ê Îlona 2022’an de bi qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaqî” ve hat destpêkirin, tevî hemû zextan jî bi mehane dewam dike.
Şeva borî li gelek bajaran wek Ehwaz, Şîraz, Gurgan, Qezvîn, Tehran, Sine, Kirmaşan, Urmiye, Îlam, Kamyar, Seqqiz, Mehabad, Dîvandare, Bicar, Dehlan, Gurve, Şardest Îsfehan, Kum, Meşhed, Mazendran, Buşehr, Kirman, Azh û yên din gel daketin kolanan û belavok belav kirin. Hat ragihandin ku heta rejîm bê hilweşandin wê xwepêşandan berdewam bikin.