HELEB – Li gorî agahiyên nûçegihanê ANHA ji herêmê dane, îro li herêma Şiqeyêf a li bakurê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê erebeyek teqiya.
Çavkaniyekî ewlehî da zanîn ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) erebe teqand û di encamê de endamekî Komîteya Aboriyê şehîd bû û 2 welatiyên din jî birîndar bûn.
Tê payîn Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.