HELEB – Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî êrişa bi erebeyeke bombebarkirî ya li Şêxmeqsûdê daxuyaniyek nivisîkî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
ʹʹDi serî de em sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê û tevahî şehîdên êrişên dewleta Tirk a faşîst re dixwazin. Tevî erdhejê jî dewleta Tirk êrişên xwe bi rêya teqîn balafirên bê mirov li dijî sivîlan û saziyên sivîl didomîne.
Tevî ambargoya giran a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Meclisa Giştî û saziyên taxê, bi taybet Komîteya Aborî di saetên destpêkê de serfer bû û destek da mexdûrên erdhjê.
Îro jî endamê Komîteya Aborî heval Hemze Kobanê ji aliyê komên girêdayî MÎTʹê ve bi erebeyeke bombebarkirî hat hedefgirtin. Hemze Kobanê bi şev û bi roj bê westandin ji bo xizmeta şêniyan kar dikir û di mercên herî zehmet de pêwîstiyên wan peyda dikir.
Hevrê Hemze Kobanê tev li karwanên nemiran bû. 3 kesên din jî birîndar bûn. Rewşa birîndarekî giran e.
Em vî sûcê derexlaqî û dermirovî yê dewleta Tirk a faşîst şermezar dikin. Ev sûc di mercên zehmet ên erdhejê û ambargo de di kesayeta hevrê Hemze Kobanê de li dijî şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû.
Em Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê soz didin şehîd Hemze ku em li li ser xeta wî bimeşin û li gorî wê berpirsyariyê bin.”