NAVENDA NÛÇEYAN – Ya herî rast ew e ku nêzîkbûna ji jinê re weke şoreşa çandî destgirtine. Her çendî bi çanda heyî niyeteke baş û hewldan hebe jî, ji sedema pirsgirêk û têkîliya di nava diyardeyê de, çareseriyeke manîdar û azadîxwaz pêk naye. Nasnameya herî radîkal a azadîxwaz jî, bi nêzîkbûna ji jinê re an jî di nava yekparebûnê de bi fêmkirin û derbaskirina sazûmaniya têkîliya jin û zilam ve gengaz e.
‘Divê ev baş were fêmkirin’
Ji aliyeke din ve jî divê were fêmkirin ku bi kevneşopiyên serî girêdanê û pornoya ku bi hemdembûnê re tê tevlîhevkirin ve bi qasî misqalekê jî, rê naye girtin. Bi qasî koletiya li vê qadê, ew qas jî pêwîstiya vîna têgihiştina kuraniya azadiyê derdikeve holê. Yên ku di azadiya jinê de, ango xwe azadkirinê de gav ne avêtine, nikarin ti qadên azadiya civakî û siyasî de jî çareserker û veguherîner bin. Divê ev baş were fêmkirin. Hewldanên azadiya ku dualîteya zilamê serdest û jina kole derbas ne kiribe, nikare nasnameya azadî ya rast jî saz bike. Divê ev jî weke xisleta herî bingehîn a azadiyê were destgirtin. Ger têkîliya milkiyet û desthilatdariya li ser jinê neyê şikandin, têkîliya jin û zilamê azad jî pêk naye.
‘Bê jinê naye jiyîn’
Sed sala me weke dema civakî ya bilindbûna vîna jina azad dîtin a herî rasteqî ne. Dibe ku ji bo jinan saziyên mayîn de yên sed salan pêwîst bikin werin avakirin. Dibe ku pêdivî bi Partiyên Azadiya Jinê hebin. Rêgezên bîrdozî û polîtîk ên bingeha azadiyê pêkanîn, şopandin hem hênceta van partiya ne, hem jî erka wan a sereke ye. Divê ji bo girseya jinê ne weke malên starê yên li bajaran têne hizirîn, bêhtirîn pêwîste qadên azadiyê werin avakirin. Şêwaza herî guncaw jî Seyrangehên Çandê yên Jina Azad dibin. Sedema binesaziya dibistanên pergalê tê zanîn ku malbat zarokên xwe yên keç nadin xwendin û perwerde nakin, lewma ev Seyrangehên Çandê yên Jina Azad dikare li gorî pêdiviyan ji bo zarokên keç û jinan bibin qadên perwerde, hilberîn û xizmetê ya rola stargehên jinê ên hemdem. Tê gotin ku bê jinê naye jiyîn. Lê bi jina heyî re jî naye jiyîn. Di wê baweriyê de me ku têkîliya heta qirika xwe ketiye nava koletiyê ya jin û mêran, têkîliya herî kur difetisînê ye. Wê demê hêza ku ji qeyrana dawiya pergala kapîtalîst û ji evînên rastî û mezin dihatin hêvîkirin, li derûdora jina azad afirandin, herikîn, ez bawerim ji karên herî eslî û pîroz ên qehremanên rastiyê yên ku dil dane evînê û serî li ber de dane ye.
‘Projeya jiyana azad li van deran jîndar bikin’
ji bo we waqif vekiriye we pîroz dikim. Gavek bedew e. Ev waqif ne tenê ji bo jinên Kurd, divê bibe cihê jinên Kurd, Tirk, Ewrûpa û tevahî cîhanê. Divê ev der weke Aqademiya Azadiyê were nirxandin. Rapor û nameyên beriya niha jinan ji min re nivîsandî hebûn. Ez hevpeyvîn, dengê hatine girtin û dîsa nirxandinên ku min li vir kirine diyarî wan dikim. Bila weke dibistana Azadiyê bikarbînin. Divê destê zilam û jina kirêt li wan deran nekevin. Wê nûnertiya xeta dîroka 10 hezar salî bikin. Hinek zarokên bêkes ku min pir ji wan hez dikir hebûn. Dîsa hinek zarokên xwe li Tirkî û Îranê şewitandî hebûn. Bila bê ku cihetiya keç û xort bikin bi komên 40-50 kesî ve wan zarokan bigirin û perwerde bikin. Divê dibistan ji bo aştî û jiyana nû bibin cihê perwerdeyê. Divê ji bo dayîkan jî bibe cihê perwerdeyê. Divê weke dibistanekê; dibistaneke ku ziman û dîroka xwe hîn dibe, projeya jiyana azad li van deran jîndar bikin. Ez ê nebêjim stargeha jinê. Çawa ku, li malên giştî û taybet de jin qedandin, divê em jî jinê li wê derê bi çanda xwedawend a bêhempa ve jîndar bikin û wê bigihînin asta xwedawenda. Bila di nava jiyanê de weke xwediyê hêzê li ser axa xwe, li ser lingê xwe bisekinin. Bila xwe bi tenê ne hesibînin. Bila xwedawendên di dîrokê de yên weke Înanna û Îştar bi kuranî bixwînin.
‘Divê ciwan pir bixwînin’
Pêşniyarê min ji ciwanan re, bila li Amedê navendeke cuda aîdê xwe vekin. Bila maleke wan a mezin hebe. Divê di nava vê mala navendê de eywanên weke sînema û konferansan re gelek tişt hebin. Dikarin li vir xebatên hunerî jî bimeşînin. Divê ev navend bibe navendeke ku bersiva gelek pêwîstiyên wan dide. Divê weke aqademiyekê kar bike. Dikare navê wê jî bibe Akademiya Siyaset a Ciwanên Welatparêzên Demokratîk. Dikare li vir ji çand heta huner, ji siyaset heta wêje her xebat were kirin. Rêxistina ciwanan nikare weke berê teng, tenê bi xebata ciwanên xwendevan re sînordar bimîne. Divê ciwanên gundî, karker û heta ên bêkar jî bigirin nava xwe, hemû ciwanan bikin yek û xeteke têkoşînê ya hevbeş ava bikin. Weke min gotî; divê yekîneyên ciwanên bêkar jî were avakirin. Bi taybet divê ciwan pir bixwînin, nîqaş bikin, xwe pêş bixin û ava bikin.
‘Ev qada têkoşînê ye’
Dema azadiya jinê ber bi qada polîtîk ve diherike, bi şerê herî dijwar re rûbirû dimîne, divê di vê zanebûnê de be. Ger nezanin li qada polîtîk ser bixin, wê ti destkeftî jî mayînde nebin. Wateya di qada polîtîk de destxistin, ne tevgera dewletbûna jinê ye. Berovajî vê bi binesaziyên dewletparêz û hîyerarşîk re têdikoş e, ne girêdayî dewletê ye, civaka demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk esas digire, afirandina hebûnên siyasî ne. Herî zêde jî hiyerarşî û dewletgerî bi xwezaya jinê re lihev nakin. Lewma divê, di riya dijberiya hebûnên hiyerarşî û dewletgerî yên hebûnên siyasî de, tevgera jina azad rola pêşengî bilîze. Di cewhera qada polîtîk de şikandina koletiyê, bi zanebûn destxistina li vê qadê gengaz e. Ev qada têkoşînê, pêwîstiya rêxistin û têkoşîna jinê ya demokratîk û berfireh destnîşan dike. Ev qad, qadên ku her cure rêxistin û pêşxistina civakên sivîl, mafên mirovan, rêveberiyên herêmî û têkoşînên demokratîk in. Heman weke di sosyalîzmê de jî heye, riya ber bi azadî û wekheviya azadiya jinê ve diçe jî, têkoşîna demokratîk a herî berfireh û serkeftiye. Tevgera jinê ya ku demokrasî dest nexistiye, nikare azadî û wekheviyê jî dest bixe.
‘Zihin û vîna azad a jinê ye’
Di mijara pirsgirêk û şoreşa jinê de, çareseriya modernîteya demokratîk a herî rast û bi çalak e. Netewên modernîteya demokratîk ne ew projeyên bê jinin ku werin pêkan. Ji bilî vê di her gavê de bi jinê re bi parvekirina zanistî û çalakiyan ve şoreşa ku were pêkane. Weke ku avabûna civaka aborî, di pêşengiya jinê de pêk hatiye, ji nû ve avabûna wê de jî, pêwîstiya hêza komînal a jinê heye. Aborî, pîşe û çalakiya civaka cewherî ya jinê ye. Ekolojî, encax dikare bi hişyariya jinê re yekbûna wê ya civakê were pêşxistin. Ji ber jin, bi awayê nasnameyî, hawirdor bi xwe ye. Civaka demokratîk, civaka ravekirina zihin û vîna azad a jinê ye. Pir vekirî modernîteya demokratîk, şoreşa jinê û hemdema şaristaniyê ye.
Rêber Apo