NAVENDA NÛÇEYAN – Bi mebesta Newroza sala 1990’î li Akademiyê hevdîtina bi we re watedare.
Pêngava azadiya giştî em dijîn di azadiya jina Kurdistanî re tevkariyek girîng çêbike. Wisa yeqîn dikim, em ê di milîtanbûnê de qonaxek girîng jî di tevgera jinê de çêbikin. Dibe ku em ê zehmetiyan bijîn, bes dê encam bihêzbûnê ava bike. Jixwe pêşketinek hêja ye ku di berdêla wê de fedekarî bê kirin.
Di xebatên jinê yên şoreşgerî, partîbûnê de em di qonaxa herî bi îdîa û encamgir de ne. Me kom bi çek kirin û niha jî sê yekîneyên me yên jin çekdarin. Yeqîn dikim li hinek qadên cuda jî di asta taxim de xebatên rêxistinbûnê tên meşandin. Lewma divê hûn jî ji hêla çekdarî û rêxistinî ve bi şêweyek rast beşdarî vê pêşketina milîtanî bibin, di mercên cidî, wekhev û azad de bimeşin.
Me di sala 1982’an de li vir komek jin perwerde kir. Lê belê ew ji xwe bêbawer û xeyalî nêzî xwe bûne. Wisa tê fêmkirin ku ji ber ew di wê demê de weke girêkek korbûn me encam negirt. Ji ber nexweşiyên di wê demê de nehatine derbaskirin, hem xwe hem jî em tengav kirin. Lê niha di mijara xwe bawerkirinê û kesayet dîtinê de îdîa zêdetire. Bi qasî em ê nekarin bi a kevin re muqayese bikin em xwedî derfetên pêşketinê ne.
Li her derî tevlîbûn zêde ye. Ji hêla jinê ve rûpelek ku bi kesayeta xwe ya serbixwe bawer dike tê vekirin. Her ku yekbûnê bi rizgariya netewî re çêke, dê zêdetir li ser bingeha azadbûnê û wekheviyê ber bi peresanê ve biçe. Ev jî wê ji her alî ve naverokek demokratbûyî lezgîn bike.
Dibe ku ceribandinên PKK’ê pirsgirêkê bi temamî çareser nake, lê cewherî digire dest. Jixwe ne gengaze ku li vê qadê ji pirsgirêkên hezar salî re di carekê de bersiv bên dîtin. Her roja derbas dibe hûn ê bibînin ku, pirsgirêkên we di asta dîrokî de ne, bi mercên civakî yên giran re rûbirû ne. Lewra, pêdivî heye ku mirov bi nêzîkbûnên xweser ve bi ser de biçe û li hember vê baldar be. Di vê pêngava me de cih ji jina Kurdistanî re dayîn, pêngavek biryardar û çalekgerî dana pêkanîn nêzîkbûna herî raste. Hûn jî dikarin pêşengiya vê bikin. Wêrekî û fedekariya we heye û hûn di pêwajoya li ser vî bingehî komkirina kesayeta xwe, mezinkirin û pêkanînê de ne. Ev jî pêşketinek erênî ye. Yekîneyên jin ên serbixwe dikare kesayetên balkêş derbixe holê. Ger ji rê neyê derxistin û pê neyê lîstin, dê egîdiya jinê pêş bikeve. Divê em di vê de bi israr bin û derfetê bidinê. Jixwe egîdiya her tim di bin serdestî û girêdana zilam de qet nayê têgihiştin û kesayeta wê jî pêş nakeve. Lewra divê em însfiyatîfa ku tevgera jin kesayeta xwe bibîne-têkoşîna çekdarî jî di nav de-û cewhera xwe bi teşe bikin bidin wan. Hûn jî dikarin li ser vî bingehî wêrekî û fedekariya xwe pêş bixin, heta di afirîneriyê de encamgir bin, di çalekiyên serbixwe de xwe selmandinê de bi israr bin. Bila neyê jibîrkirin di bingeha nepêşketina kesayeta we de, di civaka serdestiya zilam de fikra girêdayî û reftarên girêdayî rol dilîzin. Em jî hewl didin vê derbas bikin. Her li ser van mijaran lêhûrbûn çêbe, hûn ê jî bibînin pêdiviya we jî bi vê heye û pêwîste hûn hewl bidin li ser vî bingehî kesayetekê ava bikin. Hûn ê jî nexweşî û nêzîkbûnên kevnar ên jinê û ev bi nêzîkbûnên ne asayî yên cur bi cur bilêvkirinê çiqas reftarên ketîne binirxînin û vê rewşek ne hêjayî xwe bibînin. Kesayetek kamilbûyî, rola rêbertî jî di nav de kesayetek zêdetir ji xwe bawer, kesayetek wisa hêjayî xwe dibîne û berdêla wê çi dibe bila be dibîne ku tevgera herî rast ev e, xwe gihandina astek wisa dê we di jiyanê de hîn zêdetir bi îdîa bike. Fikir û reftarên azad, di çareserkirina gelek nakokiyan de dê hêza ku pêdiviya we pê heye ava bike. Polîtîkaya me jî di vê çarçoveyê de pêş dikeve.
Em naxwazin we weke kesayetên pir lewaz û pêdiviya wan bi eleqederbûnê heyî bibînin. Ne hûn neçarin wisa bin û ne jî kesayeta we ya rasteqîn wisa ye. Ev rewş hinekê ji hêla bandorkirina civakê ve derdikeve holê û hinekê jî tê ferzkirin. Hûn anîne rewşek wisa nikare henase bigirin. Elbet sedemên vê hene û diyare ku beşdarbûnek biyolojîk jî tineye. Di rojên nêz de 8’ê Adar’ê Roja Jinê hat pîrozkirin û niha jî 21’ê Adar’ê di nava Ereb’an de weke roja dayîkê, li cem me jî weke Newroz tê pîrozkirin. Di vê mijarê de gelek tişt hatin nivîsandin. Sond û çalekiya me, gava pêşî rê dayîna kesayeta jinê ya serbixwe û çalekiya çekdarî jî di navê de di xebatên şoreşgerî de beşdarbûna wê ya karbidestî avakirine.
Wisa tê fêmkirin ku mînakên di ezmûnên gelek şoreşan de hatine jiyîn, em ê zêde nejîn. Ji ber di mijara jinê de mercên Kurdistanê hinek din hişkin, zêde ji pêşxistina pêwendiyan re dest nade. Ev merc nêzîkbûna herî biçûk a di navbera zayendan de vediguherîne dijbertiyê. Elbet em jî naxwazin derî ji pergalê re vekin. Her çendî em yeqîn dikin ne başe û jê aciz jî bin, ji bo paşverûtî di vê mijarê de ji xwe re amûran nebîne, em jî neçarin di astekê de hişkbûnê bimeşînin. Ne ku em ji pêşketin, nerimbûn û zêdebûna pêwendiyan ditirsin an jî jê dûrin wisa dikin. Ji ber hûn jî, civak jî vê baş ranakin lewma wisa hewce dike.
Nêzîkbûnek me ya pir serbixwe û wêrek ji mijara jinê re heye. Ger hûn bikarin xwe çareser bikin, partî jî dikare di vê mijarê de hinek pêşketinan derbixe holê. Lewra em nikarin sivikbûna we weke rebenên ku tim pêwîstiya we bi eleqederbûnê heyî bibinin raber bikin. Ne hûn wisa ne, ne jî li bendê bin wisa bin. Berovajî hûn ê jî ji bo şoreş û gelê me bi serfiraziya xwe ve hêza jiyînê raber bikin.
Ev mijar heya bêjî hêjayî baldarbûnê ye. Ji ber ku pirsgirêka jinê, welatên Ewrûpa û sosyalîst jî di nav de, hêjî li gelek welatan nehatiye çareserkirin û weke pirsgirêkek girîngiya xwe diparêze. Êdî rewşek bi her awayî çareseriya xwe ferz dike tê jiyîn. Eşkereye ku ji ber dema borî pir xirab û nebes nêz bûne, pirsgirêk heta niha jî hebûna xwe didomîne. Pir vekiriye ku heta niha ji bingeh ve nêzî pirsgirêkê nebûne. Em jî van berçav digirin û wisa nêzîkbûnek baldar dikin. Xelata herî bi nirx a ji we re bê pêşkêşkirin jî ev e. Çawa ku, em bi mebesta vê roja nû peyama xwe gihandina jiyanek nû didin gelê Kurdistanê, ji bo hûn xwe bigihînin azadiyê em rê li pêşiya we vedikin. Ji bo hûn rasteqînî, kamil û bi bawer bin em hîn zêde we bi pêdiviya çareserkirina çarenûsa xwe re rûbirû dihêlin. Ger em jî mînaka têkîliyên herî xirab ên li ser jinê tên barkirin û helwestên herî zêde hûn jî jê re dibin amûr, em bidin, dê bibe nirxandinek herî xirab.
Bawer dikim ku ji bo we jî, ev xeleka têkoşînê me xwe gihandiyê, pêwîste vebijêrka we jî be. Ev di xwe pêgihandina bawerî, difikire, di heman demê de dikare xwe tevlî jiyana rojane bike jî dibe gavek. Em jî di vê çarçoveyê de ji we tevlîbûnek bi hêz dixwazin. Vebûna ziman û fikir, li ser vî bingehî pêşketina reftarên kamil, tê wateya mezinbûna di nava xwe de. Divê neyê ji bîrkirin, hûn ê xwe bigihînin mînaka kesayeta nû, xwe mezin bikin û bînin rewşa hezkirin û rêzdariyê. Gelek reftar hêrsê ava dikin û jixwe ev jî ne hêjayî we ye. Nexwe hûn ê bizanin berzbûn û rakêşweriya jinê saz bikin û vê narînbûnê raber bikin. Jin di civak û şoreşê de tê wateya berzbûn, balkêşbûn, helwesta adîlane, di asta herî pêş de fedekarî û wêrektiyê. Nexwe hûn ê wateyek pir mezin bidin wêrekî, fedekarî, hezkirin û rêzgirtina ku pêdiviya çêkerê pê heye û tevkariyê jê re bikin. Harbûn, weke sitiriyan bi her kesî re çûyîn, şûna xetimandina pirsgirêkê, balûpaliya ku rêheval pir pê hewce ne, fedekarî raberkirin û dikarin bibin hêceta jiyanê ya herî bingehîn. Ev ji bo me tevan hewce dike. Bi rastî jî jiyana bê jin nayê hizirîn. Lê jiyanek bi jinê re jî, dikare mirov hem ber bi rewşek lanetî hem jî pîroz ve bibe. Hûn jî weke parçeyek vê jiyanê ya ji venaqetê, di mijara berzbûnê de bi israr bin. Qetiyen ne raste ku hûn ferz bikin û bixin rewşa barbûnê de. Di vê mijarê de berzbûnek ji we hêvîkirin weke ku mafek me ye, ya herî zêde hêjayî we jî ev e. Divê misoger hûn xwe bigihînin rêzdarbûna têkoşîna bi xwe re. Rêzdariya piranî li hember jinê bê raberkirin, girêdayî rêzdariya li hember civak an jî hawirdore. Xirabe ku hûn xwe di rewşa tinebûnê de bihêlin. Ne mafê we heye ku wisa bikin, nê jî mafê me heye em wisa nêzî we bibin.
Di wateya feodal de jin meselek namûsê ye. Jixwe narînbûna burjuva ya di vê mijarê de tê zanîn. Bes em van têr nabin û heta şaş dibînin. Tişta em dixwazin pêş bixin hîn watedare. Di vê mijarê de peywirên nehatine kirin, pêk nehatine û nêzîkbûnên bêwate hene. Elbet ev ne başin û we jî biçûk dixe. Di nava partî de biçûkxistina we, qîmeta me jî ava nake. Em ê pêwendiyek kûrtir û rêhevaltiyek watedartir pêş bixin. Lê divê em bizanin hêjayî vê bin. Nêzîkbûnek wisa pir girînge. Em hewl didin li ser vî bengehî we di nava pêwendiyên rêhevaltiyê de bigirin û bihêz bikin. Em zêde bi rojaneyan neyên xapandin, cewherê binêrin. Em ê di vê mijarê de misoger sivikbûnê nekin û we hêsan jî nebînin. Em ê we di nava jiyanek sivik de negirin. Dê teqez tîpa jina xatira wê heyî, rêzdarî nirx dibîne û çavkaniya hezkirinê ye pêş bikeve.
Dê jin jî di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê ya pêş dikevê de vebûnek mezin bike. Wê ev jî bibe têkoşînek ku jin jêhatiyên xwe pêş dixe û kesayeta xwe ya rasteqînî dide mezinkirin. Em ê di vê mijarê de misoger bi israr û rêgez bin. Em ê hişyar bin ku we di têkîliyên sivik de nedin xwarin û nebin amûra sivikbûnên we jî. Dema hûn jî bibin şahidên pêşketinên wisa hûn ê mat nebin. Nêzîkbûnên me nayên wateya têkîliyên cînseltî yên sivik. Jixwe burjuva di vê mijarê de ya herî ketî û xizmetê ji mêtîngeriyê re dike dide kirin. Ne pêdiviya we bi vê heye, ne jî em ê di vê mijarê de ketî bin. Tişta ku pêwîste ya we be ji bo kesayeta we nebe jî, divê hûn bikarin ji bo cînsê xwe ava bikin. Li gorî xweseriya Kurdistanê ya herî nêzî cewhera netewî ye girseya jinê ye, lewra divê di azadiyê de jî xwe ji nû ve avakirinê de di asta herî pêş de beşdarbûnekê bike. Pêdiviya jina Kurdistanî bi rêberiyek weke PKK’ê heye. Ger hêj niha ve beşdarbûnek wisa berz dike, ji ber di ferqa vê rastiyê de ye. Ger di nava PKK’ê de hinek nirx bi dest xistine, ji ber ku kêm jî be di ferqa hewldanên me yên di vê mijarê de ye. Têkoşîna azadiya me ya ku pêş dikeve, dê bibe azadbûna jina Kurdistanî. Azadbûna jina Kurdistanî jî, dê Kurdistana azad be.
Adar 1990
Rêber Abdullah Ocalan