NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 22’yê Sibatê de welatiyek ji bajarokê Eywan Xerîb yê bi navê Mihemed Resul Çulkî yê ku li girtîgeha Îlamê ya li Rojhilatê Kurdistanê dima, hate darvekirin.
Rêxistinê diyar kir ku Mihemed Resul Çulkî bi tohmeta ku ‘kuştina qestî’ hatibû girtin û ji aliyê Desthilata Dadgeha Îranê ve cezayê darvekirinê lê hate birîn. Her wiha destnîşan kir ku Çulkî beriya were darvekirin, çend rojan di hucreya yekkesî de hatiye girtin, lê heta niha darvekirina wî di medyaya fermî ya dewleta Îranê de nehatiye belavkirin.
Li gorî bîlançoyan di hefteyên borî de li girtîgehên li Rojhilatê Kurdistanê, nêzîkî 10 kes hatine bidarvekirin.
Hêjayî gotinê ye ku bi destpêkirina Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, cezayên darvekirinê gelekî zêde bûne. Li gorî çalakvanên mafên mirovan, armanca dewleta Îranê ji cezayên darvekirinê, tirsandina welatiyan e.