MEXMÛR – Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê îro bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dest bi çalakiyan kirin. Îro saet derdora 15.00’an jinên wargehê li ber Meclîsa Jinê ya Îştar kom bûn û bi daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê li gel jinên ciwan ên Mexmûrê destpêkirina çalakiyên 8’ê Adarê ragihandin.
Ji 1’ê Adarê û pê ve wê bi çalakiyên weke belavkirina belavok, xwepêşandan, semîner û formên din 8’ê Adarê bilind bikin û heta 8’ê Adarê çalakiyên xwe bidomînin.