KOBANÊ- Bi tevlîbûna dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Zanîngeha Kobanê bi dirûşma ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo Ne’ civîna xwe ya asayî ya salane lidar xist.
Salona civînê bi wêneyên şehîdên ciwanên şoreşger û dîsa wêneyên Rêber Apo hatibûn xemilandin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hate lidar xistin.
Piştre jî Berdevkê ciwanên Herêma Firatê Mehemd Mehmûd axivî û bal kişand ser rewşa herêmê û berxwedana li Herêmên Parastina Medyayê tên kirin.
Dewama civînê sînevîzyonek hate nîşandan, piştre jî perspektîfên Rêber Apo ji bo ciwanan hate xwendin.
Her wiha piştre jî ciwanan rewşa rêxistinî nîqaş kirin û gihiştin hinek biryaran.
Di biryarên hatin girtin de hate diyarkirin ku divê navenda hemû çalakiyên ciwanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.
Dîsa perwerdekirina ciwanan esas bê girtin, li ser Şerê Gel ê Şoreşgerî semîner, civîn û sînevîzyon bên nîşandan. Li dijî êrîş û xiyanetê meş bên lidarxistin.
Civîn bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bûn.