QAMIŞLO – Îro li Bajarê Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo tecrîda li ser Rêber APO şermezar bikin meş lidar xistin. Bi dehan jinên ciwan û ciwan beşdarî meşê bûn.
Meş li gel dermanxane ya Deham destpêkir li gel dewara Felah meş dawî bû. Di meşê de wêneyê Rêber Apo lefîteya “Ciwan fêdayî Rêber APO ye” hatin rakirin. Di nav meşe de her sloganên “Bê Serok Jîyan Nabê”, “Bi Can Bi Xwîn Em bi te re ne Ey Serok” di hat berz kirin. Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo tevahî şehîdên şoreşê bi deqeyek rêz girtin hat girtin. Di dawîyê de daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin’’ Em wek ciwanên Şoreşger heya em tecrîda li ser Rêber APO neşkînin em deqeyek ji nasikinin heya em azadiya fizîkî Rêber Apo misoger nekin emê her di nav çalakiya de bin. Bi sloganan meş dawî bû.