PKK: Raperîn Amed pêşengên Tevgera Azadiya Jinê şehîd bû

PKK’ê ragihand ku yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Jinê Delal Azîzoglû (Raperîn Amed) 17’ê Hezîrana 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

NAVEND NÛÇEYAN – Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Raperîn Amed şehîd bû.

Di daxuyaniya komîteyê de, ev tişt hatin diyarkirin:

“Di Kurdistana nîv sedsale bûye dika têkoşîneke qehremantiyê de, em her rojê bi mîrateya gelek şehîdên xwe yên leheng li pey xwe hiştine pêşwazî dikin. Rojên ku em di navê de ne kêliyên girîng li dîroka têkoşîna me dineqişînin. Avakarên van kêliyan bêguman şehîdên me yên dizanin dîrokê binivîsînin. Şehîd, hêza timî xwe zindî kirinê, çavkaniya jiyanê û cîhana wateyê ya gelekî ne. Ev di rastiya şehadeta PKK´ê de hê zêdetir wiha ye. Di PKK´ê de bi taybetî rastiya şehadeta jinê vê yekê hê zêdetir jiyanî dike. Em van rojên dîroka me ya bi pêşengiya jinê pêşketî ku tê de têkoşîna me ya herî berfireh tê dayîn deyndarê ruhê fedayî yê bilind ê şehîdên me di têkoşîna xwe de raberkirî ne. Şehadet pênaseya derketina pêş a fedakariya mezin, cesaret û baweriyê ne. Delîla herî rasteqîn a derketina Partiya me ya di rastiya Kurdistanê, di xeta netewa demokratîk de ye. Îspata herî diyar a fikrên Rêber Apo pêş xistine wê bi tenê di gotinê de nemînin, berdêla wê çi dibe bila bibe wê di her şertî de bên jiyîn û serfirazî were afirandinê ye. Em rêhevala me, zaroka egîd û bijare ya Amedê, pêşenga nebez a milîtanîya PKK û PAJK’ê Raperîn Amed-Delal Ezîzoglû ya di bingehê vê heqîqetê de temenek li ser şopa jiyanên mezin bi têkoşînê derbaskirî û di şexsê wê de tevahî Şehîdên Şoreşê bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin, di serî de ji malbata Ezîzoglû ya hêja û welatparêz, ji tevahî gelê Kurdistanê, dostên şoreşger û demokratîk re sersaxiyê dixwazin.

VEGERA KURDISTANÊ

Dema ku em soza her kêliya xwe di bin fermana şehîdan de pêk bînin nû dikin, diyar dikin ku em ê têkoşîna wan jî teqez bigihînin serfiraziyê. Hevrê Raperîn Amed a ji pêşengên Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê ye, li navçeya keleha berxwedanê Farqînê ya Amedê sala 1969’an di malbatekî welatparêz de tê cîhanê. Hevala Raperîn a di sala 1977’an de bi malbata xwe re koçî Enqereyê dike dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Enqereyê dixwîne. Di nav salên dirêj ên li Enqerê dimîne de ji ber nasnameya Kurdîniyê hê di salên dibistana navîn de nakokiyên netewî dijî. Bi taybetî nêzîkatiyên ji ber ku navê wê Delal e pê re rû bi rû dibe û kiryarên dibîne nakokiyên wê hê zêdetir kûr dikin, ev dibe sedem ku di bingeha zanebûna nasnameyê de lêgerînên wê pêş bikevin. Li ser vî bingehî dewsa ku hê zêdetir li paytexta dewleta Tirk bimîne û bixwîne, ruxmê hemû israrên malbata wê yên di warê berdewamkirina xwendinê de jî berê xwe dide Ameda dilê Kurdistanê, di dibistanên pergalê de hê zêdetir xwendinê red dike. Di vê wateyê de kesayeta xwe ya biryarên xwe bi xwe digire, rastiyên ku bawerîyê pê tîne diparêze, xwedî ruhekî azad e hê di wan salan de ji malbata xwe dide qebûlkirin, bi ser dixe.

DI LÊGERÎNA AZADIYÊ DE, BERSIV LI QADA RÊBERTÎ DÎT

Piştî vedigere Amedê derfetên hê ji nêz ve nasîna Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan a bi pêşengiya PKK´ê pêş ketî dibîne û bi vî awayî di dawiya sala 1992’an de li Eyaleta Amedê beşdarî nav refên PKK’ê dibe. Gerîlatiya xwe ya destpêkê li Eyaleta Amedê dike. Piştre têkoşîna xwe di nav gerîla de li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Raperîn heval a ji tevlîbûyîna xwe pê de têkoşînekî bênavber dimeşîne di heman demê de li çar parçeyên Kurdistanê û qadên Ewropa jî bi awayekî çalak di xebatan de cih digire.

Hevala Raperîn a di sala 1996’an de derbasî Qada Serokatiyê dibe bi gotina xwe vê carê Ji xwediyê PKK’ê firsenda fêrbûyîn û nasîna têkoşîna PKK’ê dibîne. Raperîn heval a ku di navbera salên 1996-1998’an de di Qada Rêbertiyê de dimîne bi perwerdeya ji Rêbertiyê digire re di nasname û zanebûna jinê de kûrbûyînê pêş dixe. Ji nakokîyên hê di temenê zû de di mijara nasnameya jinê de jiyan dikirin û ji lêgerînên xwe yên azadiyê re bersivan di bîrdozî û felsefeya Rêber Apo de dibîne. Ji bo ku vê kûrbûyîna îdeolojîk û felsefîk a jiyan kiriye di qada pratîk de belav bike, pêşengiyeke xurt a gel û jinê pêk bîne li Helebê tevlî xebatên gel dibe. Ji vir û pê de wekî pêşeng û milîtaneke xurt a xeta azadiya jinê û têkoşîna wê dibe xwedî meşeke daîmî.

Hevala Raperîn a di salên 2000-2005’an de li Ewropayê dimîne, li vir jî bi awayekî çalak di xebatan de cih digire. Bi taybetî li hemberî tasfiyegeriya di vê pêvajoyê de pêşketî li qada Ewropa sekin û têkoşîneke xurt raber dike. Di xeta PKK´ê de rista milîtan û pêşengiyê dilîze, bi awayekî pir xurt tevlî xebatên ji nû ve avakirina PKK’ê yên li Ewropa dibe. Di sala 2005’an de ji nû ve vedigere çiyayên ku wargehên azadiyê ne û di Ocaxa PKK’ê de tevlî dewreyekî perwerdeyê dibe. Perwerdeya ku di heyama ji nû ve avakirina PKK û PAJK’ê dihat pêkanîn de dibîne weke pêvajoya ji nû ve avakirina xwe jî digire dest. Piştî vê perwerdeyê di xebatên Komîteya Zanist û Ronakbîrî û Komîteya Siyasî de cih digire. Di salên 2006-2007’an de li qada Rojhilat beşdarî xebatan dibe, di sala 2008’an de jî ji xebatên PÇDK’ê re tê vesazkirin. Bi qasî salekî bi awayekî çalak di van xebatan de ked dide.

JI ROJAVA HETA ŞENGALÊ, BÛ XWEDÎ KEDEKE MEZIN

Di sala 2011’an de ji bo Dîwana Serokatiya Kongra-Gel tê hilbijartin. Di xebatên Kongra-Gel ên li ser bingehê perspektîfên Rêber Apo yên pergala Konfederalîzma Demokratîk tevlî dibe de hê zêdetir xurt dibe û kûrbûyînê jiyan dike. Bi xebatên rêxistinkirina komîn, meclîsan re bi taybetî mijûl dibe. Pêvajoyekî lêhûrbûnê ya xebatên program, zagon, rêziknameyan vedikole jiyan dike. Bi vê lêhûrbûna jiyan dike re ji bo avakirina komîn û meclîsan ji gel re bêhejmar civînan li dar dixe û xebata perwerdeyê dimeşîne. Ji Rojava heta Şengalê ji bo avakirina paradîgmaya netewa demokratîk kedên mezin dide. Hevala Raperîn a ji bo avakirina civakeke azad bawer dikir ku pergala herî guncaw xweseriya demokratîk e, bi gelê me yê Êzidî re ji nêz ve eleqedar dibe.

Hevrêya me Raperîn Amed a dewlemendiyên çandî yên di Kurdistanê de bi baldariyekî mezin vedikola, çanda berxwedanê ya li Şengalê ku bi felsefeya Apoyî ji nû ve vejinîye di rêya ber bi rizgariyê ve diçe de ji bo Kurdîtiya di nav pencên qirkirinê de wekî gavekî mezin digire dest. Li ser vî bingehî yekbûyîna bi jiyana gel re, di hest û mêjî de herikîna ji heman rêavê re di hevala Raperîn de vediguhere seknekî jiyanî. Hevala Raperîn di her navenda diçûyê, di her axaftina xwe, her gotina xwe de bi baweriya mezin a ji paradîgmaya netewa demokratîk re ji bo ev bi pratîk bibe û paradîgma jiyanî bibe ked û hewildaneke mezin da. Ji bo têgîna modernîteya demokratîk pêşbikeve bû xwediyê hewildaneke bê mînak. Xebatên jin û ciwanan her tim wekî erka xwe ya sereke girt dest. Di tevahî dîroka têkoşînê de li her cihê çûyê ruhê fedayî militan ê Partîyê, têkoşîna wê bi awayekî herî xurt raber kir. Di jiyana xwe de bi tevlêbûyîna xwe ya xwedî rêgez û nefsbiçûk timî mînak ava kir. Li hemberî qirkirin û êrîşên li ser Serokatiyê tên kirin têkoşîneke mezin meşand. Çi dibe bila biba her tim li gorî tarzê jiyana partiyê xwe tevlî dike, kolektîf esas girt. Ji bo paradîgmaya netewa demokratîk belavî her derê û jiyanî bibe bû têkoşînereke sift a xeta Rêber Apo. Li her çar parçeyên Kurdistanê, li hemû qadên Kurdistanî lê jiyan dikin, li her cihê çûyê bi têkoşîn, tevlîbûn, ked, nefsbiçûkî û sekna pêşeng şop hişt. Bû xwediyê meşeke di heqîqeta Rêbertiyê de dimeşe, ji dil bawerîyê bi heqîqeta azadiyê tîne, timî ji bo vê moral û motîvasyonê bilind dike. Di heman demê de li hemberî hişmendiya desthilatdar, sekin û têgihiştinên paşverû-kevneşop jî li her derê herî li pêş têkoşîn da. Ti carê fikarên takekesî jiyan nekirin, bi awayekî bê dudilî têkoşîna xetê esas girt. Bi sekna xwe ya rêxistinî, awayê jiyanê yê bi disîplîn û tevlîbûyîna xwe di xebatên rêveberiyê de rolekî mezin lîst. Karî bibe milîteneke jin a taybetmendiyên kesayetiya şoreşger ên xwezayî, xisleta wê jiyan dike û dide jiyankirin. Di vê wateyê de bi ti paşverûtî, ferasetên derveyî Partiyê re jiyan nekir, di navendên lê dima de li hemberî ferasetên bi vî awayî bû xwedîya sekin û helwestê. Bi kesayeta xwe ya xwerû û durist, di heman demê de bi sekna xwe ya rêxistinî jî karî bibe nûnereke xurt a nasnameya PKK û PAJK’ê. Di vê wateyê de her kêliya di nav têkoşîna azadiyê de derbaskirî bi rastiya Şehîdan Rêbertiyê jiyan kir. Milîtaneke rasteqîn a li hemberî hemû paşverûtîyan xwe ji nû ve diafirand bû.

Hevrêya me Raperîn a bi tevahî jiyana xwe mînaka biryardarî, baweriyeke bilind û tevlêbûyîneke bêhesab pêk anî, di 17 Hezîrana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema bi xwebexşandineke mezin xizmetkirina ji gelê xwe re didomand di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê nemiran bûye. Carekî din di şexsê hevala Raperîn Amed de tevahî Şehîdên Şoreşê bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin, soza wê teqez ji dewleta Tirk a qirker, dagirker, faşîst û hevkarên wî yên xayîn hesab bê pirsîn didin.”

 

 

Nivîsa Pêş