MEXMÛR – Îro demjimêra 15:00’an de li Wargeha Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi boneya 8’ê Adarê belavok di semtan de li jin û jinên ciwan belavkirin.
Her wiha endama Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê Nudem Tunc ji ajansa Nuçe Ciwan re axivî û got: “Em wek jinên ciwanên Mexmûrê di serî de 8’ê Adarê li mimarê azadiyê Rêber APO, jinên tekoşer yên ku di çeperên şer de tekoşinek bê hempa didin meşandin, li tevhî jinên kurdistanê û jinên cihanê piroz dikin.”
Jinên ciwan bi germahiya 8’ê adarê di nava semtande geriyan.
NC// Rizgar Adanmış