NAVENDA NÛÇEYAN – Konferansa Efrîqeya Başûr a “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî, Ji bo Cîhanê Aştî û Îstîqrar” 2 rojan berê dest pê kir û duho dawî bû.
Konferansa “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî, Ji bo Cîhanê Aştî û Îstîqrar” a bi pêşengtiya Koma Xebatên Mafên Mirovan a Kurd û Înîsiyatîfa Azadî ji bo Rêber APO a Sûriyeyê li bajarê Cape Town ê Efrîqeya Başûr hatiyê lidarxistin. Konferans dê du rojan didomand û ji Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji Efrîqeya Başûr gelek nûner tevli bûn. Berdevkê Kongreya Neteweyî ya Efrîqeya Başûr Cameron Dugmore, Nûnerê Partiya Komunîst a Efrîqeya Başûr Solli Mbella, Güney Berdevka Kongreya Sendîkayên Karkeran a Efrîqeya Başûr Meloyn de Bruyn, Berdevkê Înîsiyatîfa Azadî ji bo Rêber APO ya Sûriyeyê Ferzende Munzur û Hevserokê Koma Xebatê ya Mafên Mirovan ên Kurdan a Efrîqeya Başûr Mahmoud Patel axaftinên destpêkê kirin.
Eleqeyeke mezin bo kongreyê hatibû nişan dan. Di kongreyê de li ser azadiya fîzîkî ya Rêber APO, çareserkirina pirsgirêka kurd û bandora wê ya li aştiya cîhanê hatin nîqaş kirin. Encamnameya ‘Konferansa Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Aştî û Îstiqrar ji bo Cîhanê’ ku li Cape Town a paytexta Başûrê Afrîkayê hat eşkerekirin û diyar kir kur konferansê, daxwaza berdana Rêber APO û hemû girtiyan kir.
Di encamnameya konferansê de hat destnîşankirin ku astengkirina hevdîtina Rêber APOq bi malî û parêzerên xwe re du sal in berdewam e, tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û wiha hat gotin: ‘’Şertên girtinê yên heyî yên li Tirkiyeyê, ji ber ku li dijî Rêgezên Standard ên Kêmtirîn ên Têkildarê Pêkanîna Berpêyî Girtiyan Neteweyên Yekbûyî (Rêgezên Nelson Mandela) ne, em bang li hikumeta Tirk dikin ku demildest dîtina hev û din a Rêzdar Abdullah Ocalan û parêzer û maliyên xwe hêsan bike.’’
Di encamnameyê de îşaret pê hat kirin ku berdana Rêber APO, ji bo pêvajoya aştiyê ya Rojhilata Navîn, gelek giring e û ji hikûmeta tirk hat xwestin ku demildest Rêber APO û hemû girtiyên din berde.
Di encameyê de her wiha bang li hikumeta Başûrê Afrîkayê, ANC ya deshilatdar û rêxistinên siyasî û pêşverû hat kirin ku di têkoşîna ji bo azadî, rûmet, demokrasî û mafên mirovan de bibin piştgirên doza gelê Kurd.
Konferansê, bang li Hikumeta Başûrê Afrîkayê, SACP, COSATU û hemû pêkhateyên civakî û siyasî hat kirin ku zextan di hikumeta Sûriyeyê re rabike da ku bi gelê Kurd re dest bi hevdîtinê bike.
Di encamnameya konferansê de behsa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li Başûrê Kurdistanê jî hat kirin û ev tişt hatin diyarkirin: “Em bang li hemû rêxistinên piştevan û hikumeta Başûrê Afrîkayê dikin ku zextan di hikûmeta Tirk re rabikin da ku dev ji êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma kurdan a li bakurê Iraqê berde, jiyana sivîlan nexe rîskê û li van herêman baregeh û qereqolan ava neke.”