NAVENDA NÛÇEYAN – Hefteyek e jehrkirina jinên ciwan di dibistanên rejîma dagîrker a Îranê de bûye rojeva sereke û raya giştî ya navxwe û derve û guman û pêşbîniyên wan li ser wê yekê radiweste ku ev jinên ciwan û jin kîne û çima jinên ciwan tên jehr kirin? Çima ew bi taybetî jinên ciwan ên xwendekar bi diyardeyeke wiha re rû bi rû ne?
Bi awayekî klîk di roja yekem de, hejmarek jinên ciwan li xwendingeheke bajarê Qumê bi jehrê ketin. Yekser piştî wê bûyerê, hejmareke din ji xwendekarên jinên ciwan li çend bajarên din bi jehrî ketin û beyî tu sazî û dezgehan bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. Divê dewlet û rejîm tiştekî eşkere bikin û sedema rastî ya jehrîkirina xwendekaran ji raya giştî re biaxivin. Ne Wezareta Îstixbarat û ne jî Wezareta Tenduristiyê rastiyê ji raya giştî re eşkere nakin. Lê ya ku diyar e ew e ku guman li ser rejîmê bixwe ye û destek li pişt armanckirina jinên ciwan ên xwendekar û awayê jehrîkirina wan heye.
https://www.youtube.com/watch?v=-yov15wbVWg
Li pişt jehrîkirina keçan kî heye?
Desthilatdar û saziyên pêywendîdar ên rejîmê ji eşkerekirina rastiyê vedişêrin û weke her sê meymûnên “ker, lal û kor” bêdengiya xwe li hember jehrîkirina jinên ciwan ên xwendekar xwendekar hilbijartiye ku raya giştî ya hundir û derve veşêrin. Îro jî bi awayekî bêberpirsiyarî di hin torên xwe û medyaya xwe ya virtual de îddîa belav kirine ku komeke bi navê “milensal” ku li dijî perwerdeya jinan in, di vê mijarê de cih digirin û dixwazin rûyê qirêj ê rejîmê û rayedarên wê eşkere bikin. Rejîma dagirker û li dijî jinê û sîstema cezayê darvekirinê di asta şoreşa jinê, jiyan û azadiyê de maye û ji bo tepeserkirina vê şoreşê serî li her rêbazê daye; Ji ber ku her roj şoreş ji hemû deman zêdetir rewabûna rejîmê dixe pirsiyarê.
Rejîma dagirker a Îranê tola şoreşa jinan li dijî desthilat hiltîne
Bi destpêkirina şoreşa “jin, jiyan, azadî” ku bi qetilkirina jina ciwan Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî destpêkir, rejîmê yekser xwest serhildanê bi dawî bike û şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ji pergala baweriyê siyasî, ewlekarî, îstixbaratî, medya, polîs, artêş, hêzên taybet û guhên mizgeftan hemû armanca wan ew e ku şoreşê bifetisînin, lê dema dît ku zordarî û rêgirtina li kolanan û tepeserkirina şoreşê bê feyde ye, dest bi girtin, qetilkirinê kirin. Ji bo xapandina şoreşê hewl da ku bi zorê îtîrafên girtiyên şoreşê bike. Wek hîleyên din, ev rêbaz jî bêkêr bû û bi ser neket. Ê ku serket şoreşa Jin Jiyan Azadî bu. Niha jî mîna rejîma Talîbanê ji bo jinên ciwan neçin dibistan û zanîngehan dixwazin tolê ji şoreşa jin, jiyan û azadiyê hilînin.
Rejîma Îranê rejîmeke li dijî jinê û li dijî mirovahiyê ye
Karaktera resen a rejîmê bi van êrîşên li ser jinên Îranê bi giştî û bê cudahî, asta bêexlaqiya rejîma xwînmêj a ku ti tedbîrên exlaqî û mirovî nas nake û dixwaze bi darê zorê û zihniyeta mêrane, desthilatdariya xwe ya nehiqûqî dirêj bike, nîşan dide. Lê rewabûna vê sîstemê ji sala 1990’an ve ji bo jinan tu wateya xwe nemaye û tenê rejîmek e ku xwe li ser esasê binpêkirina mafên jinan, neteweyan û beşên azadîxwaz ên civakê ferz kiriye. Niha jî ji ber ku ji şoreş û berxwedana jinan ditirsin, bi hemû şêweyên nemirovane êrîşî jin û keçên Îranê dikin. Bi hezaran azadîxwaz, demokrat, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, sînemager û werzişvanên hemû neteweyan piştevaniya xwe ji şoreşê re weke beşek ji şoreşa jinên Îranê bi giştî ragihandin. Ev hesta azadiyê hem li herêmê û hem jî ji bo hemû jinên azadîxwaz û gelên êş û bindest bûye hêvî. Lewma her bêhurmetî, destavêtin û îşkencekirin tê wateya jehrîkirina hêvî. Ji ber ku rejîmeke wiha bêexlaq li ser nirxên hevpar ên mirovahiyê bi giştî xeteriyek e.