MEXMÛR – Îro demjimêr 16:00’an de li wargeha Şehîd Rustem Cudî (Maxmur) li Sazîya malbatên şehîdan bi tevlîbuna xwendevan û gelê wargehê her wiha bi al û posterên Rêbertî gelê mexmur jibo bîranîna şehîdan merasîmekî girseyî lidar xist. Berî merasîmê bi deqeyekî rêzgirtin merasîm hate dest pê kirin. Destpêkê nasnameyê herdu şehîdan hate xwendin piştî nasname xwendin liser navê gelê maxmurê Fadîle Tok tdi destpêka axaftina xweda hemî şehîdê şoreşê bi bîranî û got: “Emê heya dawî liser xeta wanê tekoşer bimeşin û tekoşîna wa dida meşandin pêşdetir û mezintir bikin.”
Li ser navê malbata Şehîd Ronahî Penber bavê wê Emîn Mamxurî axivî û got: “Serê malbata Şehîd Raperîn Amed saxbe û Ronahî ne tenê keça meye keça hemî wargehêye” û dawîya axaftina xweda bi “Bijî Serok Apo” bi dawî kir.
Nasnameya şehîd teslîmî bavê wê hate kirin û bi duruşmeya “Şehîd namirin” û “Bijî Serok APO” merasîm bi dawî bu.