NAVENDA NÛÇEYAN – Di vê hejmarê de ji pirtûka ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk-Nirxandina Sosyolojiya Azadiyê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, beşa ‘Wezîfeyên Exlaqî’ hate weşandin.
Di hejmara meha Sibatê ya Serxwebûnê de endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bi sernavê “Mirina di dema erdhejê de polîtîk e” gotarek nivîsî û li gel Komploya Navneteweyî ya li ser Abdullah Ocalan her wiha erdheja li herêmke berfireh a Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê nirxand.
Analîza Zilar Stêrk a li ser Komploya Navneteweyî, daxuyaniya bi sernavê ‘Em têkoşîna sala 25’an a li dijî komployê bikin berxwedaneke serketinê ya dîrokî’ ya Komîteya Rêveber a PKK’ê, gotara ‘Di şexsê Mehmet Akar de divê ciwan armancên şehîdên çalakiya Hûn nikarin roja me tarî bikin, bi serketinê tacîdar bikin’ a Ozgur Şerker di hejmara Sibatê ya rojnameya Serxwebûnê de hatin weşandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, bûyerên navbera Tirkiye û Sûriyeyê nirxand û got, “Şerê Cîhanê yê 3’yemîn di navbera netewe dewletan û di navbera hêzên modernîteya demokratîk şoreşger, sosyalîst û netewe dewletan de diqewime. Navenda îro ya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn Rojhilata Navîn e. Navenda Rojhilata Navîn a vî şerî jî Kurdistan e. Diyalektîka têkiliya rabirdû û paşerojê ya dîrokî vê rastiyê piştrast dike. Armancek ji Konferansa Qahîreyê ku di salên 1921 û 1922’an de hate lidarxistin, çaresernekirina pirsgirêka Kurd bû. Wateya vê jî ew bû ku li Rojhilata Navîn şer herî kêm bi sed salî dewam bike.”
Di hejmara meha Sibatê ya rojnameya Serxwebûnê de gotara ‘Kadroyên PKK’ê xencereke ku li dilê dijmin dikeve” ya Mûrat Karayilan hate weşandin.
Li gel gotarên Dilzar Dîlok, Nedîm Seven, Alî Haydar Kaytan û Serdar Star, li rûpelê berê yê dawî yê rojnameyê jî têkildarî jiyan û têkoşîna Şehîd Alî Tolhildan nivîseke bîranînê hate weşandin.