Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Bi biryardarî encamên girîng afirand

KJK'ê Raperîn Amed bi bîr anî û got, "Bi bawerî, daxwaz û biryardarî xebitî û encamên gelekî girîng afirand."

Edîtor: Nucan Serdoz
03/03/2023 - 22:16
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
PKK: Raperîn Amed pêşengên Tevgera Azadiya Jinê şehîd bû
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK’ê têkildarî şehadeta Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) peyamek weşand.

Peyama KJK’ê wiha ye:

“Di 17’ê Hezîrana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê ya jinê ya Kurdistanê hevala me Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû.

Hevala me Raperîn Amed di sala 1992’an de li keleha me ya berxwedanê li bajarê me yê welatparêz li eyaleta Amedê tevlî nava refên azadiyê bû. Piştî ku perwerdeya Rêbertî wergirt, li qadên cuda yên têkoşîna me wezîfe kir, herî dawî weke endama rêveberiyê ya Dîwana KONGRA GEL karên gelekî girîng û dîrokî meşand, pêşengî kir. Dema ku bi vî karê xwe radibû, şehîd ket.

Hevala me Raperîn Amed hevrêyeke me bû ku xeta me ya azadiyê ya jinê di şexsê xwe de bi rengê herî sade, kûr û şareza temsîl kir, yek ji kadroyên pêşeng ên jinê yên bijarte bû di nava tevgera me ya azadiyê de. Li pêşberî eleqe, ked û karê perwerdeyê yê Rêberê me ji bo jinan dikir, xwe timî deyndar didît û li ser vê bingehê di têkoşîna şoreşgerî de hewl da bibe hevrêyeke rast û têrker a Rêberê me.

‘BI DIL Û CAN TÊKOŞIYA’

Hevala Raperîn li çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê ji bo zanekirina gelê me, ji bo îradebûna gelê me gelekî kar kir. Di jiyana xwe de timî durustî, serbilindî û bedewî ji xwe re dikir esas. Hevala Raperîn dema dawî bi perwerde, civîn û nîqaşan tevlî karên me yên pêşvebirina sîstema konderal a demokratîk û modela neteweya demokratîk dibû.

Bi vî rengî xwe bi hişmendiya azadiyê ya kûr xurt kir, bi îradeyeke bilind û hêza înîsiyatîfê bi fedakariyeke bilind kar kir. Li dijî modela netewe dewletê ya dewletperest-desthilatdarîperest, ji bo birêxistinkirin û pêşvebirina konfederalîzma demokratîk ku sîstema paradîgmaya azadîparêz a jinê, demokratîk û ekolojîk e, bi baweriyeke mezin, bi biryardarî û daxwazeke bilind kar kir û encamên gelekî girîng afirand.

Her wiha di avakirina sîstema me ya konfederal a demokratîk de ji bo pêşvebirina sîstema me ya jinê bi aqlê jinê, bi hestê jinê, bi sekna xwe ya bi pîvan, bi hevrêtî, kedkarî û sekna xwe ya dilnizm pêşengî kir. Ji dil û can tevlî karên birêxistinkirina civakê bû. Lewma li her qada ku kar kir bû cihê baweriyê û bi hêzeke xurt a bi bandor kar meşand.

Bi aqil, hest û rengê jinê, bi hevrêtiya xwe, bi sekna xwe ya bi pîvan, dilnizmî û kedkariya xwe ya li nava jiyanê, li her qadê bandoreke mezin kir, ji dil û can tevlî karê rêxistinkirina civakê bû.

Lewma di dîroka me ya tevgera azadiyê ya jinê de bi rol û mîsyoneke gelekî girîng rabû, bi sekn û tevlîbûna xwe tevkariyên gelekî girîng li dîroka me ya jin a azad kir, bi rol û mîsyoneke bi vî rengî tevgeriya.

Bi navê KJK’ê li ser bingeha pêngava ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi şoreşa jinê ve’ ku me bi wesîleya 8’ê Adara 2023’an Roja Jinan a Kedkar a Cîhanê ragihand, hevrêya xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di çalakiyên îsal de divê hevala me Raperîn Amed bê bîranîn û rol û mîsyona wê ya li nava têkoşîna me bê nirxandin.

Bi navê Tevgera Jinê ya Kurd, di şexsê Raperîn Amed de hemû jinên şehîd bûne bi hezkirin, hurmet û rêzdarî bi bîr tînin.

Em soza xwe dubare dikin ku ji bo bîranîna şehîdan karên xwe yên ji bo afirandina modela neteweya demokratîk, konfederalîzma jinê ya demokratîk hîn bi xurtî bimeşînin, mayinde bikin û sedsala 21’ê bikin şoreşa jinê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Andok: gihiştin bi sîstemeke civakî ya nedewletî, ev êdî pêdiviyeke dîrokî ye

Nivîsa Pêş

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer zêdetirî 8 car êrîşî qada gerîla kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Artêşa dagirker bi bombeyên qedexekirî êrîş kir

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer zêdetirî 8 car êrîşî qada gerîla kir

ROJEVA 1’Ê ADARÊ 2023’YAN

ROJEVA 4’Ê ADARÊ 2023’YAN

Manşet

  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.