NAVENDA NÛÇEYAN – Aryen Ronî/Endama Akademya Jinolojî
‘Çima tesbîtekî bi vî rengî kiriye’
Zêdetirî 6 mehin em di pêvajoyekî şoreşa jinê ya azadiyê de derbas dibin. Çima em ji vê pêvajoyê re dibêjin şoreşa jinê ya azadiyê ? Ji bo me çi îfade dike, şoreşekî li derdorê jinê çawa biqewim e. Rêber Apo di hevdîtinekî xwe ya 2001’an de dibêje “Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala azadiya jinê” çima tesbîtekî bi vî rengî kiriye? Dema ku em li serdeman meyize dikin, her serdemekî karekterekî wê serdemê heye.
‘Tekoşîna jinan a cîhanî, destpê dike’
Sedsala 19’emîn wekî sedsala tekoşîna Çîna karkeran derket pêş. Di wê sedsalê de Sosyalîzma Zanistî, her wiha piştî wê sed salekî di Real Sosyalîzm de wê jiyanekî li derdora çîna karker çawa avabibe? Wekhevbûna çînan çawa avabibê. Di sedsala 20’an de jî herî zêde tekoşîna netewî ji bo rizgarkirina netewan derdikeve pêş û muhra xwe li serdemê dide. Di dawiya sedsala 19’an de tekoşîna jinan ya cîhanî destpê dike. Di sedsala 21’an de tekoşîna jinan zêdetir derkete pêş, vaye 23 sal e muhra xwe li serdemê dide. Şoreşa yekemîn ya jinê, Şoreşa Neolotîk ya Çandniye. Ev civakîbûn, ev serdem li derdorê jinê şekil digre. Derdorê jinê şekil girtin ne tenê di nav jiyanê û xwezayê de şekil girt. Çima di wê serdemê de em dibêjin Şoreşa Jinê ya yekemîn ji ber ku di wê pêvajoyê de şoreş bi nasnama jin pêk hat.
‘Wenda nebû’
Dîroka 7 hezar sal ya mêrsalarî li hemberî wê şoreşê ye. Di xeta Şaristaniya fermî de du şikestina zayendî ya jinan pêk tê. Ya yekemîn di çîroka Tiyamat û Mardok de şênber dibe. Mardok di êrîşekî xwe de Tiyamat kire 7 parçe, ji her parçeyekî Tiyamat Gerdonê avadikê. Ya duyemîn jî di olên yek xwedayi de pêk tên. Di pêvajoya dij şoreşê de civak dan zorê ku ji nasnamê jinê derkeve û nasnameyeke din qezenc bikê. Her paradîgmayekê wexta ku xwe avadike hewil dide ya beriya xwe tune bike. Feqet ev pîvanekî Kûwantom ya esasiye, di xwezayê de, di gerdonê de tu tişt ji tunebûnê pêk nayê, ji hebûnê jî tune nabe. Şoreşa jinê ya destpêkê ji damarê xwe ya Azad, Civaka Azad, Civaka Exlaqî û Polîtîk tu car ji van damarê xwe yê nasnamê wenda nebû. Ev şoreşa niha ji mîrasê şoreşa jinê ya destpêkê û her wiha ji ezmûnên serdema dij şoreşê pêk tê. Careke din sentez dibe û pêvajoyekî nû avadibe. Vê pêvajoyê di demên dawî de em di rastiya serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îran de dixwînin.
‘Kevneşopiya Serhildanê, Bi Hêz Hunandiye’
Di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ev pênc mehe rewşekî awarte diqewime. Ev erdingarî vediguhere rewşa xwe ya asayi. Rewşa awarte ew rewşa ku heft hezar sal e em jiyan dikin e, ew rewş ji bo jinan ne asayi bû. Çima ne asayi bû ji bo jinan ji ber ku ji cihê xwe yê herî civakî ve hat lêdan ew jî eqil û rihê jinan bû, ev yek herî zêde di Rojhilata Navîn de pêk hatin. ew pêkanîn hicabên mecburî yan jî bandora Olên yek xwedayi û pêkanînên Dogmatîk, derveyi qada civakî hiştin, her roj bi tundutujiyê re rû bi rû hiştin, fîzîkî kuştin yan jî bi ruhî kuştin ev yek hemû encamê wê bû. tişta ku yekem hat hedefgirtin hişmendiya azad ya jinê bû. Dema ku em li rastiya Rojhilatê Kurdistan û Îranê dinêrin. Di esasê xwe de ne ku ji sala 1979’an ve, di esasê xwe de ev dused sal zêdetir e pêkanînên Komara Îranê ji bo jinan dervayi kolebûn, astengbûn, tunebûnê, tundûtûjiyan, ji qada civakî hiştin tiştekî din ne anî. Ne Islama Dogmatîk, ne Rêjîma Şah û ne jî Komara Islam ji bo jinan, ciwanan û gelan derveyi tundî, pişaftin,tundûtûjî û derveyi mirin tiştek din ne anî. Di esasê xwe de ev erdingarî Şahidiyê protestoyan, serhiladan kir yan ev erdingarî bi xwe jî ji kevneşopiya wê ya dîrokî de û çanda wê ya berxwedana civakî de. Her tim li hemberî Şaristaniyên navendî, li hemberî pergalên dewletê serîhildaye. Her tim kevneşopiya xwe ya serhildanê bi hêz hunandiye.
‘Jîna semboleke’
Îro li Rojhilatê Kurdistanê rûpelekî nû ya tekoşînê vebû, rûpelekî nû ya serhildanan vebû. Li wê derê armancekî ku tekoşîn were hunandin çêbû. Ew armanc jî li derdorê jin, derdorê jiyan, derdorê azadî de çêbû. Ji vir û şunde êdî Jîna ne wekî jineke bi işkencê hatiye qetilkirin û ne jî wekî ku jineke li hember qanûna hicaba mecbûrî serî rakiriye, Jîna êdî sembolek e. Jîna hebûna xwe ya fîzîkî derbas kir û bû sembolekî nû ya vê serdemê. Fikira Jin Jiyan Azadî û hêza wê ya guhertin û veguhertinê ji çil sale zêdetirî, di hemû Kurdistanê û Cîhanê de jî, di ezmûnekî dijwar de derbasbû ye, ji Çiyayên Azad, ji Bakurê Kurdistanê û ezmûnên Tirkiye. Herî dawî jî wek ku em dizanin ji Şoreşa Jinê ya Rojava êdî ew rastî yan jî ew dînamîzma guhertin û veguhertinê xwe bi sazî kir.
‘Jiyan di nasnama jinê de, xwe bi lêv dike’
Heqîqeta paradîgmeya Rêber Apo ya Demokratî, Ekolojîk û xwe dispêre azadiya jinê jî uzet dike. wekî Rêber Apo diyar dike jiyana efsûnî li wêderê avabû, li Kurdistanê wekî jin û jiyan xwe pêk anî. Di nava hezaran salan de jiyan vê carê desthilatiya hiyareşî û dewletê di şênberbûna jin û jiyanê de careke din hate wendakirin. Wexta ku em li zimanên Aryena meyize dikin peyva jin û jiyan ji heman kokê hatiye bi karanîn. Di heman demê de ayinî wate jî li xwe barkiriye. Jiyan di nasnama jinê de xwe bi lêv dike. ji ber wê jî jin çibe, jiyan jî ew dibe. Jin çi be civak jî ew e. Peyva azadî jî ji heman kokê tê. Azadî ev peyv dema ku di milê Etmolojîk de em lêkolîn dikin ew jî peyvekî mê ye, koka za jî di Kurmancî de tê wateya zayin. Wexta ku em peyva azadî di milê Etmolojîk de digrin e dest ew kesê ku zayinê dike, ê ew kesê ku zayinê jî dike jin, em dikarin bêjin ev duruşme ji wê derê tê. Şoreşa jina azad bû ilham ji bo giştî cîhanê.
‘Ezmûna Zanebûn ê ye’
Çîroka jin jiyan azadî ya ku ber bi gerdonî ve diçe. Di esasê xwe de ezmûna zanebûnê ye, ku çil sale derbas dikê ye, guhertin û veguhertina hişmendiyê ye. Di heman demê de ew berdêlên hem li hundir hatiye dayin, hem li derve jî li hember dijmin hatiye dayin. Jinên wê erdingariyê her tim di nav tekoşînên çandî de cihê xwe digirtin. Beriya serhildana 1979’an jî jin cihê xwe di nav gelek serhildanan de digirtin. Piştî ku wekî ku bi nav dikin Şoreşa Islamî pêk hatibû jî her tim tekoşîn hebû. Taybet piştî salên 1850’î meyize bikin di giştî cîhanê de bandorekî Femînîzmê heye û di heman demê de wekî ku me got di vê erdingariyê de jî Koka tekoşîna jinan heye. Di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de jî jin her du damar dikin yek û di encama her du damaran de encamekî li gorî giştî çîroka cîhan de jî pêk tînin. Wekî nimune serhildana jinan ya Tebrîzê, protestoyên tutinê ya 1990’î bidin, dîsa li hemberî tunebûnê serhildana 1895’an ya jinan mînak bidin, dîsa sala 1906’an de tevgera Mekezagonê. Her wiha di sala 1979’an de Şoreş Islamê de ev rast e rast şoreşê jinan nebe jî, lê roleke jinan ya aktîf di van şoreşan de heye û cihê xwe di nav tekoşînê de digrin.
‘Di cihê xwe de nasekin e’
Ji bo serdemê herî nêz wekî yekem jina Şoreşger yan jî yekem çalakvana Femînîst ya Îranê tê pênasekirin, Tahre xuretilahî (Fatma) nav Bihayizmê de rolekî pir çalak dileyize, bi pir jinan re zewac were asteng kirin û li hemberî zewaca temen biçûk disekine. Ji bo qedexe kirina li hemberî tundutujiya li ser jinan di heman demê de naskirina mafê perwerdê ya jinan tekoşîneke dijwar dimeşîne. Tevlî civînekî pir berfireh dibe li wê derê hîcaba xwe diavêje û xwesteka xwe ya rizgar kirinê datîne ortê. Di encama wê de mêrsalarî di cihê xwe de nasekin e. Fatîma tê dîlgirtin û di sala 1852’an de bi 28 hevalên xwe re tên darvekirin.
‘Sedemê ku, jin carekdin serîhildin’
Di sala 1906’an de tevgera Mekezagonê mînak bidin. Di Mekezagona 1906’an ya Îranê de, mafê jinan nayê naskirin, mafê jinan ya oy bikaranînê nayê naskirin. Di heman demê de di statoya civakî de di asta herî kêm de tê pênasekirin. Ev yek jî dibe sedemê ku, jin carekdin serîhildin. Wê demê gelek Kovarê jinan, gelek Komalên jinan derdikevin pêş. Di navbera salên 1900’î û 1970’î de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de gelek Komelên Jinan, gelek tekoşînên maf û azadiyê derdikevin pêş. Virguya wan ya tekoşînê çibû? mafên Civakî bûn, mafên Sosyalbûn, mafên bila hîcab bi zor nebe yan jî wekî mafên perwerdê. Em diakrin bêjin tekoşîna jinan her tim di vê erdingariyê de xweparastiye.
‘Endezyariya civakê kirin, encam nagirê’
Di serdema Riza Pehlewî de moderbûnek derdikeve pêş û ev jî ji giştî rewşa cîhanê ne cuda ye, ev serdem bi pênase kirina Riza Pehlewî bi xwe bi moderbûn û otorîter tê pênase kirin. Di vê serdemê de lêgerînên xwe piraniyên maf bi jinên ku li kêleka desthildariyê cihê xwe digrin derdikevin pêş. Ji bo nimune li Efganistanê Kralîçe Sureya heye, kralîçe Sureya çi dike di nav giştî civakê de hevjîna Şahe, li kêleka Şah disekine û bi vî rengî mafê xwe yê bê hîcab gerandin digre. Li Îranê jî gelek mînak di nav xanedantiya Pehlewî de derdikeve pêş. Pirsgirêka vê serdemê ya herî ber bi çav çiye? Em dikarin bêjin tekoşînên jinan ya mafan ji bingeha civakî qutbû yan jî ew hêza wê nebû ku bandorî hebû civakê bike. Di sala 1936’an de Riza Şah wekî gavekî moderbûnê vê carê çarçaf qedexe dike, li hemberî îradeyekî azad mudaxelekî terzî pêk tîne. Li wê derê versiyona Rojihilata Navîn ya Modernîteya Kapîtalîst wek Tirkiya, Îran û Efganistan dibe qadekî qirîzê bi xwe. Ger ku tu karektera civakekî ya ku ji herem xwe digre fêm nekê, endezyariya civakê kirin di vê erdingariyê de encam nagirê. Yan jî reçeteyên çareseriyê nivîsandin, di rastiya Rojhilata Navîn û rastiya Kurdistanê de bersivekî xwe yê jiyanî nîne. Ne nêzîkatiyên ku pirsgirêka jinan ya azadiyê tune dihesibîne bersiva xwe dibîne, yan jî ew nêzîkatiyên ku azadiya civakî nabîne û azadiya tekekesî derdixîne pêş, her du nêzîkatî li vê erdingariyê di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de, encam nagirê. Ne çareseriya Modernîst ya Rojavayi, ne jî destwerdanên islamî her du jî di vê erdingariyê de, encam nagirin.
Çavkanî : MALPERA KJAR