NAVENDA NÛÇEYAN – Medya Iraqê ragihand, îro Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Seîd El Ebasî serdana Tirkiyeyê kir û li gel serokê MÎT’ê Hakan Fîdan civiya. Hat gotin ku di civînê de Hakan Fîdan, pesnên hewildanên Iraqê yên ji bo gihandina alîkariyên ji bo mexdurên erdhejê kiriye.
Her wiha hat diyarkirin di civînê de li ser rêyên hevkariya hevbeş a di navbera Iraq û Tirkiyeyê de bi taybetî jî di aliyê îstixbaratî û dayîna hev ya zanyariyan de axivîne.
Hevdîtina Wezîrê Parastinê yê Iraqê li gel serokê MÎT’ê, di demek de ye ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraqê bi taybetî jî li ser Şengalê zêde bûne. Herî dawî roja 27’ê Sibatê di saet 11.35’an de dewleta Tirk bi balafira bê mirov û bi çek li Şengalê li wesayîtekê da. Di encama vê de du fermandarên YBŞ’ê yên bi navê Pîr Çeko (Seed Elî Bedel) û Agir Cefrî (Xeyrî Xidir Xelef) şehîd bûn û şervanek jî birîndar bû.
Her wiha roja 1’ê Adarê jî balafira bê mirov a dewleta Tirk li navenda Şengalê wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de ji rêveberên Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bû.