KOBANÊ – Bi dehan Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Bi Ruhê Jin Jiyan Azadî Em ê desthilatdariyê bişkînin” meşek ji Qos ya li ser riya Kobanê destpê kir û heta goristana Şehîd Dîcle dom kir.
Piştî deqeyek rêzgirtinê berdevka xwendevanên Zanîngeha Kobanê Nara Elî axivî û jinê bi berxwedaniya xwe jiyan ji tarîtî ber bi ronahiyê ve bir. Nara Elî ev tişt jî got: “Jinan cihê xwe di her derê de girt. Di huner, bîrdozî heta çeperên şer jî dîsa jinê têde cih girt. Jinê bi tiliyê xwe tevna pêşerojê hûnand.”
Piştre jinên çalakvan berê xwe dan konê sersaxiyê ya şehîd Raperîn Amed û Hemze Kobanê.