NAVENDA NÛÇEYAN –
Axaftina Rêbertî bi malbatên şehîdan re
09.01.1993
Kurd hêrsok in, ango xwe zû wenda dikin. Xwe zû diavêjin erdê, digirîn. Heta niha wiha bûye. Ev xeter li ser me hebû. Ji bo vê me çikir? Heta ji me hat me wiha nekir. Li hinek cihan bi sebir, li hinek cihan pir bi lez me kar kir… A muhîm em gihîştin serê salê. Elbet gelek radibe, her roj ez dinêrim ku hişyar dibe. Gelek e ku xwe kom dike, lakîn parastina wan, tevgera wan heke tu ne li ser bî wêbê şehitandin.
Ji bo vê em dixebitin. Ne vir tenê, her roj bi bêtêlan, bi telefonê hevalên li çiyê îdare bike, dostan îdare bike. Bêguman Kurd heya niha nebûne xwedî muesesat. Yê/ya bizane xwe li ser meseleyên xwe bimeşîne kêm e. Heval jî nikarin xwe îdare bikin. Lewma di vir de bar giran dibe.
A girîng ew e ku hesabên dijmin negihîjin serî. Demirel bi xwe got: “Ev îsyana 29’an e… Heta niha van 28 caran isyan kir, hemû jî binkeftin, a 29’an jî wê bikeve.” Elbet ev ne pirseke biçûk e. Biryara wan ew e ku îsyana 29’an, a me, ango îsyana ku PKK rêbertiya wê dike di vê salê de têk bibin. Dinya pêre ye, xayînên me tev pêre ne û hevalên me jî tev zeyîf in, bê tecrûbe ne. Ji bo vê me ev sal xweş îdare kir. Mîrov lê binêre, di dîroka Kurdistanê de sala çûyî, saleke mezin bû. Di vê salê de me xebat biser xist, mumkine careke din ketin çênebe.
Mesele ne mirin e, mirin herdem heye. Mesele ne xwînrijandin e jî. Min got ku ewqas îsyan çêbûne, ji berê xerabtir bûye. Vê carê ez dibêjim ku divê mirov firsendê nede dijmin ku careke din Kurd serberjêr bikevin. Niha ji bo başiya gel xebata me biser dikeve. Ku mirov şer bide sekinandin, wê çaxê mirina xerab tê serê mirov. Ez dizanim ku xebata me bisekine, wek canê te di dilê te de bisekine. Pir hevalên me belkî haya wan jê tine ye, lê wiha ye. Ku şer bisekine, hereket bisekine wê xwîna milet bisekine. Ji bo vê me şer, hem guhert, hem jî bin nekeft.
Hêviya gel, cejna gel domkirina vî şerî ye. Ez hertim dibêjim: tirsa me ne ji xwîn rijandinê ye, tirsa me ji wê ye ku şer bisekine. Min got ku wê çaxê mirina herî xerab tê serê mirov. Elbet em bêtir li ser hevalan disekinin. Niha gel bi me re ye, dijmin lê dixe, gundiyan dikuje, însanên xurt, welatparêzan dikuje. Beriya vê min got: herkes xwe bicivîne, tenzîm bike, li gor dijminê xwe haziriya xwe bike di welêt de. Dikin, ne wek berê ye. Dîroka Kurdistanê nû çêdibe, ji bo vê nikare xwe bi tevahî bide ser. Di vir de gel hinek êşiya, diêşe. Hevalên me jî diêşin. Çima? Di destpêkê de nizanin xwe li gor dijminê xwe hazir bikin. Em li ser şeşitiyan jî pir sekinîn. Yên ku zû şehîd dibin. Ê min ev bîst sal in, dinya li ser min e, min hîna xwe negihandiye şehadetê. Çima? Ez meseleya parastinê pir dîqet dikim. Bêtir jî bi karê xwe re me.
Te çigas xebat kir, soza te ew e. Ku tu biser ketî, te soz aniye cih; ên din tev derew in. Ku te tişteke bi xêr kir, bîranîna şehîdan hatiye cih. Ev tişt jî li cem we pêk tên.
A tevî xerab, mirov bê armanc be, beriya her tiştê mirov ji doza xwe dûr be. Mesele ne ew e ku hûn bi çi awayî ne. Mesele hemû gel tev û bêtir bi karê me, şerê me re bin. Em tev pêre ne, em xurt dikin, ji berê bêtir em hakim in. Tiştên ji destê me were em dikin. Ku vê carê Kurd aqil bin, li ser esasa ku me daniye, heta dawî bi durûstî bimeşin, wê biserkevin. Na, ku xwe bixapînin, wek berê bi xwe bileyîzin, wê ji berê xerabtir bikevin.
Heta ku ez heme, nemumkin e ev xebat li paşkeve. Her roj, her şev, her gav wê biser bikeve. Dijmin jî baş dizane ku hebûna me serketin e. Ev baş fêm kiriye. Me dixwest ku pir heval wiha bikin. Xwe dixin rêya şehadetê, lê divê mirov bizanibe li ser xeta serketinê jî bimeşe. Ji bo vê em li ser ciwanan pir sekinîn, ecêb sekinîn. Ji bo vê heta niha jî em nefes bi nefes mane, me nikarîbû pir rastiyan li ser wan hakim bikra, quweta wan kêm bû, nikarîbûn xwe hebekî xurt bikirana. Ji bo vê em diêşin. Dîsa jî xebata heyî divê mirov bidomîne. Ku mirov bêje Kurd nebaş in, pir paşketî ne, mirov nêzîk nebe; vaye dibe lîstoka dijmin, divê mirov wiha neke. Kurd çiqas ketîbin jî, xerab bin jî, pêwîst e mirov bixwe here ser qedera xwe, bixwe derdê xwe derman bike. Em wiha dikin.
Heta niha ya/yê hatiye, birîn mezin kir, kûr kir. Her yekê kêrek avêtiye, bêtir kir. Li ser vê, teşxîsa me dermanê me, siyaseta me rast bû. Ev tişna nehindik in. Belê dîsa êş heye. Wek nexweşekî ku ji mirinê rabe, wê êş hebe, lê îmkanên saxiyê, dermanên saxiyê jî me daye xwe. Mirov xwe biparêze -elbet ne bi saxiya xwe tenê- bi serxwebûn û azadiya xwe mirov dikare bijî.
Di Kurdistanê de şehîdên me dişibin şehîdên Îslamiyetê dema nû derket, wek şehîdên ewil ên Medînê û Mekeyê, şehîdên Bedir, ên Uhudê, wek wan in. Di dîroka Kurdistanê de cihê wan wiha ye. Li ser vê ya ji me were xwestin, ji vê şûnde mirov ref bi ref, bi xizmeteke mezin dijmin têk bibin. Yanî yê/ya dixwaze ji bîranîna şehîdan tiştek rast fêrbibe, divê refa xwe xurt bike, hêza xwe xurt bike û karê dijmin asteng bike. Niha ev jî hebekê dimeşe. Ku wek em dixwazin nemeşe jî, dîsa dimeşe. Em dibêjin roj bi roj li serbin. Wek tu li ser benekê dimeşî, li ser sêla sor dimeşî. Ku tu deqîqeyekê mayî, te xwe bada tê bikevî.
Mirov dikare bi ser dijminê xwe de here, ji berê bêtir lêxe ûbila wek berê jî nekeve. Ev derfeteke nebiçûk e. Di tarîxa Kurdan de ev yekem car çêdibe. Heta niha hûn baş dizanin ku Kurdan nikarîbû du gotin bigota, nikarîbû destên xwe rakira, cendirmeyek dihat lê dixist, teslîm dibû. Niha, me ev tişt tev guhertin. Dijmin pir tirsiya ye, çiya vala kirin, qererolên xwe tev rakirin, ji malên xwe nikarin derkevin. Me li ser wan tirseke mezin çêkir û divê bêtir bibe. Belê, niha li ser şehîdan hûn pir nagirîn, bileks hûn ji şehîdên me hêz jî digrin. Ev nêrîneke rast e. pêwîst e mirov li ser şehîdan negirî, mêjiyê xwe xurt bike, dilê xwe fireh bike û cihê wan tejî bike. Bi kar. A rast ev e, wek din ne mumkine mirov bîranîna wan bicih bîne.
Berê, tê bîra min ku yek ji malekê derdiket, qîrewîr dikirin. Niha ku ji malekê şehîdek derdikeve tilîliyan dikin, wek têkevin cejinê. Ev jî tişteke baş e, di jiyana Kurdan de nîşan dike ku jiyan bi çi ve giredayî ye û çi qebûl dikin, vê îspat dikin. Jiyana berê betal bû, jiyana berê pûç bû, ti qiymeta xwe nîne û bêarmanc e. Li min binêrin, însanekî bi armanc, bi kar dibe sebeba çi? Berê herkesê digot ka min kê/kî heye, min çi heye? Wê kî/kê çekan bide min, kî/kê wê alîkariya min bike? Niha derket holê ku alîkariya herî mezin a me ji xwe re kiriye, alîkariya tu ji xwe re bikî, bedêla alemê ye. Îsbat bû ku ger hinekan ji derve alîkariya me bikira, em wiha xurt nedibûn. Lê ku tu li ser lingên xwe bimeşî, di rûnê xwe de xwe bibirêjî, ev ji tevan baştir e.
Ku herdem kesek ji destên te bigre, te bimeşîne, dema ku destên te berde, tê bikevî. Em tev ji bo vê wek zarokan kirine. Elbet mirov nikare vê ji xwe re qebûl bike, bi peyatiya xelkê xwe peya bihesibîne, na! Em li ser lingên xwe rabûn, baş bû, vaye niha jî mirov dikare bimeşe. Wê rojê hevaleke jin şehîd bû, Roza ji Lubnanê tevlî me bibû, di heştê vê mehê de şehîd bû. Bi tena serê xwe ma. Dijmin dora malê girtibû, digot “xwe teslîm bike!” Teslîm nebû, tebance û bombeyeke wê hebû, ya dawiyê bi xwe de teqand, li aliyê Bitlîsê. Beriya wê bi sê rojan ji min re got, “Ez baş im, Serokê min.” Heta dawiyê bi welatparêziya xwe, ji Bêyrûdê tê herî wir, vê cesaretê li hember dijminê xwe, bi tena serê xwe nîşan bidî û vê berxwedana mezin bikî, ev ne hindik e. Yanî yek ku wiha liser bisekine, tenê bes e, ji bo mirov miletekê rake. Hîna jî gelek kes razane, tev ditirsin, bi ço (dar) teslîmê dijmin dibin, ji bo menfeteke biçûk teslîm dibin, lê wê hevalê heta dawiyê li ber xwe da. Ev jî ji bo gelekê nîşanek e. Mirov tev bi van şexsiyetan re dikeve nava kar û xebatê.
Di sala 92’an de ji sedî zêde şehîdên jin çêbûn. Belkî nêzîkê hezar kes ji gel û ji hevalan şehîd bûn. Vaye, Kurdistan ev e. Ji bo vê, ez dibêjim: ên mane mirî ne, ne yên şehîd. Li ser wan me gel afirand. Ku niha cesareta me, fedekariya me heye, ji ber van şehîdên mezin e. Di dîroka PKK’ê de pir şehîd hene. Şehîdê me yê ewil Heqî Karer ne Kurd bû jî, hevalekî me yê Tirk bû. Ew ji hemû Kurdan baştir bû. Gavên bi cesaret avêt û bi çek bi ser dijmin de çû. Dijmin wextê ku ew şehîd kir, ji wan bû ku em ê bitirsin, em careke din gav navêjin. Me çi bersiv da? Me got: em ê bi bîranîna wî, partiyê îlan bikin. Me program çêkir, di sersala bîranîna wî de me partî îlan kir. Di 77’an de şehîd bû, di 78’an de me partî îlan kir. Bersiva me ji dijmin re wiha bû. Her salê ku şehîd çêbûn, me bi bîranîna wan gaveke din avêt.
Wextê Mezlûm, Kemal û Xeyrî şehîd bûn, li ser bîranîna wan, me got: em ê vegerin welêt, bêtir xwe bi welat û bi şer ve girê bidin û em ketin Botanê. Niha di Botanê de dijmin nemaye. Dema Egîd şehîd bû, me got: em ê ji bo bîranîna wî, Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê bihust bi bihust li Kurdistanê belav bikin. Salek neçû, hîna bi cesareteke mezintir, me refên gêrîla wiha bi ser welat de şand.
Her sal bi şehîdan re, me bîranîna wan mazin kir, di netîcê de bi şehîdan re welat çêbû. Yê/ya ku dibêje “Ez bi şehîdan re girêdayî me.” vî karî dike. Birastî min li ser bîranîna wan, ev kar kir. Ew hevalê min bûn, min sozdabû, gotibû em ê armanca we biser bixin. Di netîcê de niha şer, serhildan û partî, Artêşa Rizgariya Gel û Eniya Netewî hêzên esasî ne. Ez ji bo hevalan jî dibêjim ku hûn dixwazin li ser bîranîna şehîdan bisekinin, lazim e hûn tiştna bikin, bi xurtî bikin. Wek din tev derew e. Ji jiyana her şehîdekê mirov dersên mezin derxe.
Mesele ne ew e ku hûn nêzîkê şehîdan in, xizmên wan in, şehîd beriya tevan ên PKK’ê ne, ne yê we ne. Hûn baş dizanin ku we bixwesta jî, nexwesta jî wan partî xwest û bi wesiyeta tevan jî partî avabû. Wextê şehîd dibin, wesiyeta xwe didin partiyê û dibêjin şer wiha mezin bikin. Mirov tev li ser soza dawiyê bimeşe. Wek din mirov bi xwîna şehîdan bileyîze, xerabiya herî mezin e. Kes cesaret nake li ser xwîna şehîdan erzan bileyîze. Ew ne şehîdên me ne, ne ên we ne, ew ên tarîxê ne, yên gelekî wendabûyî ku xwe nû avadike ne. Ez jî, hûn jî em tev di xizmeta wan de ne. Li jiyana her şehîdekê binêrin; xortek, keçeke bîst salî, bîstûpênc salî ji bo çi şehîd dibe? Ji bo armanceke pir baş, ji bo serxwebûn û azadiyê ye, sedî sad fedakariya insaniyetê ye. Li ser vê ew çûn. Ne ji bo mal û milk, ne ji bo jiyaneke şexsî, na! Bi tevahiya xurtbûna xwe, li ser vê xwe feda kirin. Ji bo vê pêwîst e mirov bîranînên wan mezin bike. Hûn dixebitin, em dixebitin. Nîşan bidin ku xwîna şehîdan bi çi awayî tê parastin, ji bo însan bêtir hêşîn bibe. Ji serketinê bêtir tiştek bîranîna şehîdan nayîne cih. Di karê xwe de ku em biser ketin, tê wateya ku bîranîna şehîdan hatiye cih.
Mirin tim heye, lê ev, reya bêmirinê ye. Rast e, rêka bêmirinê ye. Ez berê ji mirinê pir ditirsiyam, mirina heram, mirina li ser şerê eşîrtî, ji bo çend bihust erd, çend qurûşan… Mirina li ser van heram e. Lê ji bo armanca mezin, mirov nizane mirin heye, tuneye. Ev rast e.
Dayîk niha pir xurt bi me re ne. Birastî hûn baş dizanin ku jinên Kurd jê nîvê nîv tevlî xebata me bûne. Hinek sebebên xwe hene. Karê Kurdistanê karê jinên Kurdistanê ye. Ji zilaman bêtir karê jinên Kurdistanê ye. Pir sebep hene. Ên niha Kurdayetiya xwe ji bîr nekirine, bêtir jin in. Ên bêtir di Kurdistanê de mane jin in. Ên bêtir di Kurdistanê de kar dikin jin in. Ên bêtir li ser heriya Kurdistanê digerin, jin in.
Jin, zilamê xwe diguherîne. Mecbûr e, ji bo vê dike. Lakîn di vê jiyanê de jî xerabiyê dibîne. Di tarîxê de hata niha ev tişt wiha bûye. Ji bo vê ez dibêjim: karê PKK’ê dike, mirov dikere bêje ku bêtir jin wê bêjin ev karê me ye, rizgariya ku PKK çêdike, wê bêjin rizgariya me ye, em jinên Kurdistanê ne. Wiha ye.
Mirov bi kîjan alîve lê binêre, di tarîxê de û niha lê binêre, mirov dikere bêje ku ev kar ji tevan bêtir ji we re lazim e. Dibe hûn niha nezan in, pir xwendina we tine ye, siyaseta partiyê, doza partiyê çiye, hûn nizanin, lakîn rastî wiha ye. Ji bo vê ewqas keç tevlî me bûne. Birastî egîdiyeke mezin derxistin holê. Wek lehiyê tên. Ne xerab e. Dibînin ku azadiya wan bi vî karî, bi vî şerî ve girêdayî ye. Însan jî bêazadî nabe, bêwelat nabe.
Hûn baş dizanin, ewqas zarok bêkar in, bêxwendin in, birîndar in, nexweş in… Derman ev kar e. Ne ev kar bûya, zêdeyî sîh milyonî Kurd hene, wê ev herin ku derê? Waye, hin Kurd çûn ji xwe re li derve cih dîtin, ziman elimîn, hûn ê herin ku derê, hûn nikarin. Bêtir welat ji we re lazim e. Di vî welatî de ên dawiye bimînin hûn in. Ên nerevin hûn bi xwe ne. Hûn ê birevin herin ku? Ewrûpa wê çi bide we? Hûn nikarin li Ewrûpayê bigerin, hûn ê li dewletên Ereban li çi bigerin? Li Enqerê, li Stenbolê hûn ê li çi bigerin? Cih nadin mirov. Bidin jî ti qîmeta xwe tineye. Hûn nikarin xwe bikin Tirk, nikarin xwe bikin Ereb, ev zehmet e.
Ji bo vê, ez dibêjim: ev karê serxwebûn û azadiyê beriya tevan ji we re lazim e. Jinen Kurd wê bi ser kavin û malbatên şehîdan, dayîkên şehîdan niha bi qehremantî jî dimeşin. Ji me re pir xeber (salox) hatin, bi rastî niha dayîkên şehîdan ji hemû însanan bi cesaretir in û kar jî dikin. Ev ne hindik e.
Ji me tiştekê dixwazin, dibêjin: bila ev zû nerin, demeke dirêj şer bikin. Xwesteka bav û dayîkan ev e. Ev rast e. Ji bo vê jî ez pir karê mezin dikim. Berê birastî nedihiştin yek kes jî tevlî bibe, lê ku doz fêm kirin, her yek dibêje xwezî çend zarokên min ên din hebûna ku min bişandana. Carekê min dayîkek dît, digot: ez pir li ber xwe dikevim, ti zarokên min tinene ku ez bişînin. Gihîştiye vê derceyê, ku her yek kurekî xwe yan keçeke xwe xelatî rêya welêt bike. Baş e, wexta Kurd wiha dibin, dayîk wiha dibin, welat tê avakirin.
Hûn me bidin meşandin, hûn zilaman, me xortan bidin pêş, bêjin ber bi pêşve herin. Heta ger em nekaribin bikin jî, hûn bixwe bikin. A rast ev e û a niha dibê jî ev e.
Çima mirov li ser rastiya mezin nameşe? Mirin tim heye, ev rêya bêmirinê ye. Em ji mirina xerab ditirsin, ji mirina sedî sed mirov digihîne serketinê natirsin. Ez dîsa jî dibêjîm: şehîd nêzîkîn we ne, mirov we pîroz bike, çima? Ku mirov bê şehîd be, li ber xwe dikeve. Mirov bi şehîd be, dewlemend dibe, xurt dibe, ronî dibe. Û hedef e ku her maleke Kurd bibe maleke şehîdan. Nîvê nîv bûye, ji vê şûnve jî wê bêtir bibe. Hûn ê li ser wan bistrên, biaxivin, pir tiştan bikin. Ji we re ye. Ji kîjan alîve binêrin, beriya tevan ji we re ye. Wekî din mirov nikare layîqê dayikan bibe, bi vî karî mirov layîqê dayîkan dibe. A me kiriye jî ev e. Dayîka min jî hebû, hîn jî heye, dawiyê fêm kir ku ev rêya mezin e. Bi salan nezîkî me nedibû, fêm nedikir, nezan bû, lê hurmeta gel dît, rabûna gel dît, bixwejî îşareta serketinê kir. Niha hemû dayîk wiha ne. Ku min çend qirûş bidaya dayîka xwe, ez memûrekî piçûkbûma, min jêre xizmet bikra, ew ne jiyaneke baş bû, ne xurtbûniyeke baş bû, ne kurekî baş bû, bîleks ji bo dayîkekê jî, ji bo malbetê jî, min got: ku ez vî karî wiha biser dixim û şerefa mezin ev e.
Niha em bûne layîqê dê û bavan.
Li ser bîranîna wan jî mirov dikare wiha bimeşe. Hûn tev wiha ne, ew şehîdên we tev wiha ne. Ên di nava xebatê de tev vî karî dikin. Na, ez nabêjim hûn teng in, hûn bi van fireh in, hûn bi van xwe pîroz dikin. Derdê min, hûn bêtir van însanên mezin bi çi awatî bikin darên welêt, bikin darên serxwebûn û azadiyê, van însanên qehreman, em bi çi awayî ji bîr nekin. Li şûna wan, yek ku çû em bi dehan tejî bikin. Van însanên ku gel wan nas nake, em mezin kar bikin ku bi gelê xwe, bi alemê bidin naskirin. Derdê min ev e. Li ser vê jî min got: kar dibe, me cihê wan tejî kir. Cihê şehîdan tejî bûne û îsal jî wê bêtir tejî bibe.
Sozên ku me dane hatine cih. Hûn jî bawer bin ku wê ev kar bimeşe. Ku tev bisekinin, hûn dayîk nesekinin. Hûn wiha bikin, wê ev kar biser keve, ev welat wê rizgar bibe, ev gel wê azad bibe.
Meseleya şehîdan mezin e. Herkes nikare layîqê şehîdan be. Û herkes nikare bibe hevalê şehîdan. Biryara me ev e ku em ê di Kurdîstanê de teqandinên mezin çêbikin. Ez herim, tu herî, mesele ne ev e, em bawerin wê gel teqandinên hîna mezintir çêbike. Serhildan û gêrîla wê di çar aliyên welat de pir xurt bibe. Ya ku ez dibînim, wê xebat biserkeve û di panzdehê Tebaxê de wê hîn xurtir bibe.
Ez jî soz didim, dibêjîm: heta ku ez heme em ê xwe bigihînin vê rojê. Tiştên heta niha bûne jî îsbat dikin ku em ê bigihîjinê. Her salê me xebat biser xist.
Belê, ji hev hez bikin. Ez vê pir dibêjim: Kurd heta niha wek stiriyan diketin hev Wek din jî pir şaşitiyên xwe hene, kêmasiyên xwe hene. Ez deqîqe bi deqîqe li ser disekinim, dîsa jî evqas derdikeve.
Bêguman herkes nikare mezin bimeşe. Ji bo vê serok lazim e. Ji xwe serokatiya me jî wiha çêbû. Me nêrî ku bar tê ser min, min xwe ba neda. Ma qey min xwe kir serok, na. Wan wiha kir, hevalan wiha kir. Gotin wiha tu ji me re lazimî, wiha tu kar baş bike, wiha nekeve… Ez jî însanekî bi gel ve girêdayî me, bi hevalan re pir girêdayî me û min xwe jê dûr nexist, min xwe ba neda. Di netîcê de, niha ev serok dimeşe, ji bo gel jî kareke baş dike. Heta niha ez firsendê nadim xeraban, bi ti awayî ti kes wê bi xwîna şehîdan neleyîze û kes wê bi vî karî neleyîze. Bêtir jî çi başî, rindî heye ji bo însanê Kurd be, hezkirin wê ji bo insanê Kurd be. Elbet wê ji hev hez bikin. Wê xwe pak bikin. Wê heft caran xwe bişon, wê xwe pak bikin. piçkek gemar di qirikê de, di mêjiyê wan, di dilê wan de hebe, wê pak bikin. Heta wiha nebe em dest ji qirika kesekê bernadin. Soza me daye bi hezaran şehîdan heye. Ev xwîn li ser vê ye. Herkes wiha bike, ne ez tenê. Niha ez hebim jî nebim jî, di mezelê de jî lazim e ev kar dîsa bimeşe. Di virde mirin tine ye, ev karê ku em dikin, karê nemirinê ye. Ji bo vê ez dibêjim ku şehîd nemir in. Mirin çiye? Tu vala dibî, tu pûç dibî ji bo vê tu miriyî. Lê tu bi armanca mezin re, bi şerê mezin, şehîd bibî tu namirî. Çima? Armanca te mezin bûye, armanca te jiyana nû ye. Jiyana rast jî ev e. Ên mirî em in, ne şehîd in.