MEXMÛR – Duho endamen tevgera jinên ciwanên wargeha Mexmûrê kom dibû û daxuyaniyek dan.
Daxuyanî ji aliyê endama meclisa jinên ciwan Mezra Çumlek ve hat xwendin. Mezra di serî de roja 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Em jin xwe bi fikir û ramanên Rêber APO xwe birêxistin dikin, û tekoşîna azadiyê dikin.”
Di daxuyanî bi giştî we tiştî hatiyê gotin:
“Dema ku em ber bi 8’ê Adara 2023’an Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ve diçin, em dibînin ku têkoşîna me ya azadiya jinê ne tenê rojekê li her kêliyê, her dem û li herdere belav bûye. Têkoşîna Azadiya Jinê bûye gerdûnî. Şoreşên jinan ne xayel e, ji guhertinên azadîxwaz ên di jiyana jinan de ku li Rojava, Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê bi şêwe û rengên cuda tên dîtin û encamên têkoşînê jî mirov bi vê yekê dikare fêm bike. Ji ber vê yekê sedsala 21’an wê bibe sedsala ku şoreşên jinan tê de pêk were.
Roja 8 Adarê roja berxwedan û serhildanê ye. di sala 1957 an de li eyaleta New York a DYE de 129 jinên karker dema di kargehê, di girevê de bûn hatin şewtandin. Em hemû jinên cîhanê yên ku di dîrokê de bi cesaret û fedekariyek mezin tekoşîn mezintir kirine ji Clara Zetkin, Rosa Luxemburg, Leyla Qasim, Şehid Sara, Viyan Çav, Şirin Elemhulî, Arin Mîrkan, Jîna Emînî, Evîn Goyî û heta bi Raperîn Amed Û Ronahî Penaberan hemû jinên ku ji bo şoreşa jinê ked dane û tekoşîn kirine her wiha hemû şehîdên ku di şerê berxwedana rometê de gihştin asta şehadetê û li çiyayên kurdistanê destanan dinivisînin em bi minetdarî bi bîr tînin û silav dikin.
Fikir û ramanên azadiyê yên Rêberê APO belavî hemû cîhanê bûye. Îro di bin silogana jin jiyan azadî de li her derê cîhanê jinên ciwan xwe bi rêxistin dikin û ji bo mafê xwe tekoşîn dikin. Keda Rêber APO ji bo azadiya jin û pêşxistina jina kurd pir mezin û bi wate ye. ev 25 salin Rêber APO di bin sîstema îşkence û tecrîda mutlaq de ye lê fikir û ramanên Rêbertî her tim ji bo me çavkaniya azadiyê ye ji bo wê jî em wekî jin Rêber APO Rêberê xwe jinan dibînin. Em wekî jinên ku em li ser fikrinên Rêbertî xwe avadikin roja 8 adarê roja jinên kedkar a cîhanê em li Rêberê xwe Rêber APO pîroz dikin û em dibejin wekî ku Serokatî pênase kiriye” pirojeya min a jin a nîvço mayîye” emê bi tekoşîna xwe wê nîvço mayinê temam bikin û bigêhijin serkeftinê li ser vî esasî Em wekî tevgera jinên ciwanên mexmurê bi paradîgmaya azadiya jin ya ku Rêberê me pêşxistiye me xwe nas kir û li ser wî esasî ji bo hevjiyanek azad emê heya dawî tekoşîn bikin bi silogana ku Rêbertî derxist û niha li her deverê cîhanê belav buye emê xwe xwedî bikin û mezin bikin. Dîsa dubarê em 8 Adarê li hemî jinan pîroz dikin û em dibejin JIN JÎYAN AZADÎ
BÊ SEROK JÎYAN NABE
BIJÎ SEROK APO
BIMRE HER CURE HIŞMENDÎYA ZILAMSALARÎ
JIN JÎYAN AZADΔ