MINBIC – Minbicê jî Yekitiya Jinên Ciwan bi beşdariya bi sedan şêniyan, saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê çalakiyên werzîşê li Stada 4`ê Nîsanê li dar xistin.
Di çalakiyê de hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê Sara Îbrahîm axivî û got: “Tevî binkeftinan lê jinan îro serî hildidin. Ev di berxwedana jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de diyar dibe.”
Sara îşaret bi rola jinan kir û got: “Ew ne tenê dayik, xwişk û bermal e, lê belê şervan e ku li eniyan çek rakir. Jin siyasetmedarek xwedî roleke girîng e. Bihara jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî bi rêya fedakariyên şehîdan mîna Arîn Mîrkan, Sakîne Cansiz ji nû ve geş dibe.”
Piştî bidawîbûna axaftinan, maçek di navbera tîma jinên ciwan a Karkerên Reqayê û tîma jinên ciwan a Minbicê de li dar ket. Her wiha tornuvayên kişkê û bez li dar ketin. Tîmên jinên ciwan ên Minbic û Kobanê di listika volybolê de li hemberî hev lîstin.
Di dawiya çalakiyan de, Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê, tîmên beşdar xelat kirin. Çalakî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû