NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber xemsariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser bajarokê Kifriyê, ciwanên bajarok giliyê dikin. Tevî ku ciwan hewldidin bi karên biçûk debara xwe bikin jî lê ji ber nebûna bazarê nikarin berdewam bikin. Ciwanên Kifrî dibêjin: “Ti armanca ciwanan ji xwendinê nîne, hikûmet jî kar nade. Hikûmet hîç berê xwe nade Kifriyê, ti derfetek ya kar ava nake. Ji ber wê jî piraniya ciwanên bajarokê Kifrî ji bo kar diçin bajarên din.”
Kifrî bajarokek yê Herêma Kurdistanê ye û dikeve başûrê rojavayê îdareya Germiyanê û di sînorê îdareya Germiyan de ye. Ji sala 2002’yan ve niştecihên bajarokê Kifrî giliyê dikin ku hikûmeta Herêmê wan paşguh dike û projeyê xizmetgûzariyê û yên stratejîk li herêmê çênake. Bandora siyaseta ku hikûmet beramberî bajarokê Kifrî pêktîne, niha bi temamî tê hîskirin. Ciwanên bajarokê Kifrî di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivîn.
Ciwanek bê kar ê bajarokê Kifriyê Mistefa Mehmud di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ciwan ji ber bê kariyê gazindan dikin, ji bo derbazkirina demê xwe serdana Silêmaniyê yan jî kafeteryayên bajarok dikin û wiha got: “Ji bo tijîkirina demê xwe, bêzar nebûn û mal de ne rûniştinê diçin dibistanê û salên dirêj derbaz dikin. Ti armanca ciwanan ji xwendinê nîne, hikûmet jî kar nade. Hikûmet hîç berê xwe nade Kifriyê, ti derfetek ya kar ava nake. Xuyaye hikûmet ne ya Herêma Kurdistanê ye. Ji bo rewşa aborî ciwan carcaran hinek pîşe ji xwe re ava dikin, lê piştî derbazbûna çend mehan zerer dibin û dest ji kar berdidin û bê kar dimînin.”
Mistefa Mehmud her wiha da zanîn ku yên ku rewşa wan ya aborî baş berê xwe didin bajar û bajarokên din û wiha domand: “Niha ji sêyan yekê Kifriyê Erebin. Ger wiha berdewam bike, wê di nava çend salên bê de rêjeya asta Ereban zêdetir bibe. Hatina ciwanên Ereb ji bo bajarok jî, ji bo ciwanên Kifrî peydakirina kar zehmetir kiriye. Ji ber ku bi pereyek kêmtir kar dikin.”
Li gorî bîlançoya Sendîkaya Karkerên Kurdistanê ku di 26’ê Çileyê de hatibû belavkirin, rêjeya bêkariya li Herêma Kurdistanê ji sedan 30 e.
Ciwanek din ê bajarokê Kifrî ku ew jî bê kare Mihemed Fazil derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû: “Sedema bêkarîya ciwanên Kifrî, nebûna derfetên kar û pirojeyên ku bi kêrî ciwanan bê ye. Ji ber wê jî piraniya ciwanên bajarokê Kifrî ji bo kar diçin bajarên din. Ev bajarok bê ciwan maye ku dema tê nava bajarok ti ciwanek nabînî.”
Mihemed Fazil dewamê de destnîşan kir ku ji sala 2017an vir ve bêkar e û niha bi karê nîvdemî debara jiyana xwe dike ku hikûmet weke sedema sereke ya bêkariya ciwanan dibîne. Mihemed Fazil wiha domand: “Hikûmet vî gelî çewisandiye, wisa li ciwanan kiriye ku hêza jiyankirinê bi wan re nemaye yan jî berê xwe didin derve. Deriyê karkirinê jî navekin. Niha ciwan 5 hezar dolar didin ji bo ku bigirin kar.”