QAMİŞLÛ – Zanîngeha Rojava û Akademiya Jineolojî, Sempozyûma “Jin, Jiyan, Azadî û Şoreşa Gelan” li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Xwendekar, endamên Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Rêveber û Kongreya Star beşdarî sempozyûmê bûn. Her wiha bi rêya online jî xwendekarên zanîngehên Kobanê û El Şerq, gelek jinên akadmisyen û rojnamevan ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê tev li sempozyûmê bûn.
Hevseroka Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rohan Mistefa axivî û got: “Ev zêdetirî 10 salan li Rojava şoreşeke heye, bi şoreşa jin hat naskirin, ji ber jin di hemû qadan de cih girt û bû sembola têkoşînê. Ew jin tecrubeya têkoşîna jina azad ji xwe re kir bingeh. Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” berdewamiya têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
KURTE DÎROKA `JIN, JIYAN, AZADÎ`
Di xala yekmîn a sempozyûmê de kurte dîroka Jin, Jiyan, Azadî û şoreşa jinê ji aliyê endama Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zozan Sîma ve hat şîrovekirin. Zozan Sîma da zanîn ku dirûşma Jin, Jiyan, Azadî ji tevgera jinên Kurdistanê, gerîlayên jin û dayikan beriya niha bi gelek salan hatiye bihîstin û got: “Girêdana wê bi şoreşa jinê ve jî ne tesaduf e, lê bû rêbazeke rêxistinbûyîn û felsefeyeke jiyanê. Gelek kesan bi raporan îdia hewil dan isbat bikin ku ev dirûşme dûrî Rêber Apo, lê ev 40 sal in di jiyana me de pêk tê. Rêber Apo ji 1980`î ve têkildarî wê axivî, di 2013`yan de nêrîneke wî ya balkêş derket ku tê de got `bi vê yekê rêxistinkirinê dewam bikin`.”
Zozan Sîma destnîşan kir ku wateya peyvên dirûşma`Jin, Jiyan, Azadî` di gelek zimanan de heman e û wiha pê de çû:”Ji zimanê berê ve ye. Jin ne tenê ji bo zarok anîne, lê gund dane avakirin. Pîrozdîtina di peyva xwedawendî de carnan şaş tê famkirin, xwedawendên jin ne yê ferzkirinê ne, yên evîndarî û parastinê ne, ku li ser jiyan hatiye berdewamkirin. ʹʹ
Xala duyemîn bi sernavê “Bandora `Jin, Jiyan, Azadî` li Şoreşa Rojava û Girêdanbûyîna wê bi Şoreşa Rojhilat re” ji aliyê Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif ve hat pêşkêşkirin. Foza Yûsif di destpêka axaftina xwe de bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhan hemû şehîdên jin bibîranî.
BANDORA FELSEFEYÊ
Foza Yûsif diyar kir ku di Rojavayê Kurdistanê de felsefeya `Jin, Jiyan, Azadî` ne şoreşeke bê kok e û wiha domand: “Ev 50 sal in têkoşîneke li Kurdistanê li ser wê tê meşandin ku bi sedhezaran jin û dayik tevlêbûn. Ev felsefe jî ji pirsa ʹçawa bijîmʹ hatiye. Heke mirov karibe bersiva vê pirsê bide, ew ê pê re li rêya rast bê. Ji ber hîmê ku jiyana Kurdan li ser hatiye avakirin, lawaz e. Li Kurdistanê her tişt ji holê rakirin, sazîbûyîn nehiştin, tenê saziya malbatê ji me re hiştin ku wekî dewleteke biçûk e serokê wê bav, zarok gel û jin jî li çîna herî dawî ye. Wekî ji me re dibêjin an teslîmbûyîn an kuştin. Rêber Apo teslîmbûyîn qebûl nekir û got em ê ji xwe re jiyaneke bidin avakirin. Jin jî bo guhertina jiyan navend e, heke dayik rizgar bû dikare malbatê bi xwe re rizgar bike.”
Foza Yûsif da zanîn ku dema di Sûriyê de guhertin çêbû, Rojava jê re amadebû û wiha pê de çû: ʹʹDema YPJ`ê hat avakirin, hin kesan ne rast didîtin. Îcar niha li hemû deverên cîhanê her Kurdek serê xwe bi YPJ`ê bilind dike. Girîngiya birêxistinkirinê jinan jî di vir de ye, heke jin birêxistin bibe, ti alî nikare civakê êsîr bigire. Yek ji sedemê netêkçûyîna Şoreşa Rojava beşdarbûyîna jinan bû; felsefeya azadiyê li ber DAIŞ`ê li ber xweda. Jin bûye sembola demokrasî û xweşikbûnê.”
Foza Yûsif destnîşan kir dema Şoreşa Rojava bi şoreşa Rojhilata Navîn dihat binavkirin, her kes mezin didît. Pêşketinên civakî ne milkê ti kesî ye, civak bi hev bandor dibe, lewma tişta ku li Rojhilatê Kurdistanê dibe bandor vê yekê ye.
Akadmisyen ji Rojhilatê Kurdistanê Suheyla Şehriyarî bi rêya online re tev li sempozyûmê bû, Suheyla bal kişand ser gotina dirûşma `Jin, Jiyan, Azadî` di xwepêşandanên li Bakurê Kurdistanê de jî ji aliyê jinên Kurd ve yên beriya salan û got: “Îro roj berzkirina vê sloganê li parçeyên din ê Kurdistanê ji hevgirtineke siyasî tê ûbû slogana YPJ û YPGʹê ya li hember êrişên DAIŞ`ê li Kobanê. Berxwedana Kobanê ya ku bi berxwedana jin hate naskirin.”
Suheyla da zanîn ku dirûşma `Jin, Jiyan, Azadî` mîrasa têkoşîna tevgera azadiyê bû, jinên Kurdistanî di vî warî de têkoşîneke di piratîk û teorî de pêk anî û wiha dom kir: “Dirûşme ji aliyê Ocalan ve hatiya derxistin, Ocalan roleke girîng di azadiya jinan de list. Azadiya jinan bi rêya PKK`ê berfireh bû û hat naskirin. Rola jin li Rojava bandora xwe li tevgerên din ên siyasî dike, bandora xwe li PDK`ê jî kiriye.”
XWENDEKAR DI SERHILDANÊ DE
Momsteya Fakuleteya Civaknasî di Zanîngeha Rojava de Sorgul Ebduselam jî encamê “Komxebata di Serhildana Jin, Jiyan, Azadî de Rola Xwendekaran” ku duh di navbera xwendekarên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Bremen a Almanyayê de pêk hat, ragihand. Sorgul got: ʹʹÊdî xwendekarên zanîngehên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nema wekî berê ji rêjîma Îranê ditirsin, dibêjin jiyana di bin ferzên desthiltê de ne jiyan e. Dirûşma `Jin, Jiyan, Azadî` ji bo gelê Kurd û îranî wekî slogan xurt û bi hêz dan nîşandan, her wiha guhertineke dîrokî dan avakirin. Keçên xwendekar bêhtir beşdarî wê bûn.ʹʹ
REWŞA NETEWEYN LI ÎRANÊ
Xala yekemîn a bi sernavê “Rewşa Neteweyên li Îranê di Şoreşa Gelan de” ji milê akadimsyen Atîf Ramserî ve hat pêşkêşkirin. Atîf da zanîn ku ne hemû ferd li Îranê dibin hemwelatî, gelek ferdên ji neteweyên cuda li derve tê hiştin û got: “Hikumeta ji bo organîzekirin û pêkanîna desthildariya xwe rêveberî li gor xwe da neqişandin. Hemwelatî ne tenê wekî endameke civakê tê dîtin, girêdana wan di milê siyasî bi rejîmê ve çêdikin, vê jî wekî amûr ji bo pêkanîna desthildariya netew dewlet a ku bi farisan ve girêdayî ye, bikartînin. Sînorê çandî jî ji milet re çêdike. ʹʹ
Xala duyemîn ji aliyê Rojnamevan û çalakvana mafên mirov a Ahwazî ya ji neteweya Ereb a li Îranê ye Rosa Sabetnia ve hat birêvebirin. Rosa Sabetnia li ser rola jin û neteweyên din di serhildana `Jin, Jiyan, Azadî` de axivî. Rosa da zanîn ku serhildana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dikare gelê Îranê bîne cem hev û wan li hemberî zagonên ku tên ferzkirin bi hêz bike û wiha dom kir: “Di van 10 salên dawî de, nifşên nû heye. Têkiliyên wan keçan bi torên civakî re heye, gelek tiştan li derveyî çarçoveya islamê dibînin; Jîna Emînî jî yek ji wan e. Niha jî keçên ku tev li xwepêşandana dibin hemû hevtemenên Jîna ne, di şoreşê tên girtin û zindankirin. Kurd jî ji wan neteweyên bindest in li Îranê.”
Xala sêyemîn ji aliyê Endama Komeleya Şoreşger a Jinên Afganistanê (RAWA) Şekufe Umîd ve li ser bandora Serhildana `Jin, Jiyan, Azadî` li jinên li Efganistanê axivî. Şekufe Umîd got:ʹʹBandora wan jinan li gelên li Efganistanê heye. Jinên Efganistanê bi salan têkoşînan jinên Kurdisanê dişopînin. Jinên efganî di wê baweriyê de ne ku dê wê têkoşîna xwe bighînin Rojhilata Navîn jî, ew ê buhara gelan li Îranê pêk bînin.ʹʹ
Xala çaremîn a têkildarî mafên neteweyan li Îranê jî ji milê nivîskar û çalakvana mafên jinan Laebeh Aram ve hat şîrovekirin. Laebeh destnîşan kir tevî zextên dewleta Îranê gelê Kurd xwe di bin dirûşma `Jin, Jiyan, Azadî` de dan hev. Laebeh bal kişand ser gelê Belûc û got: “Gelê belûcî jî ji gelek aliyan ve mehrûm mane, siyasetên zordar yên komara islamî li ser gelan berdewam dikin. Gelek belûc hene bê nasname ne, kesê ku bê nasname ne ne îranî tê dîtin û biyanî hesab dikin, xwendina wan jî bi zehmetî tê dîtin, dûrî zimanê xwe yê dayikê ne. Her wiha li gundê belûcstanê dibistan tune ne, gelek keç piştî seretayî dev ji xwendinê berdidin.”
Têkildarî panela yekemîn û duyemîn, di navbera beşdarvanan de nîqaş çêbûn. Nîqaş jî li ser hêz û baweriya jin û gelan bi giştî bi dirûşma `Jin, Jiyan, Azadî` bû.