QAMİŞLÛ – Ji dawiya meha Mijdara 2022’yan de li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişê ser dibistanên keçan tên kirin. Li gorî amaran, heta niha zêdetirî hezar xwendekarên keç jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê daxuyandibû ku ev êriş nimûneya êrişên kîmyewî û rêxistinên terorîst in.
Têkildarî mijarê, saziyên civaka sivîl ên jinan li ber Waqfa Jina Azad a Sûriyeyê a li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da. Berdevka Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan Arzû Temo daxuyanî xwend.
Arzû jehrîkirina xwendekarên keç li Îranê şermezar kir û bal kişand ser êrişên dewleta Îranê yên li dijî serhildana gelên Îranê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û zextên li ser gel û jinan. Arzû destnîşan kir ku bi taybet xwendekarên keç ên dibistan û zanîngahan rastî zextan tên û jehrîkirin di aliyê rejîma Îrane ve hatiye kirin.
Arzû Hisan Temo bang li UNICEF`ê û saziyên mafên mirovan jî kir ku ji bo rawestandina kiryarên dewleta Îranê yên dijî xwendekarên keç bi lez destwerdanê bikin.