NAVENDA NÛÇEYAN – Her ku diçe êrişên bi gaza jehrî yên li ser dibistanên keçan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêde dibin. Tenê di nava rojekê de êrişî 80’ê dibistanên xwendevanên keç hate kirin. KCR’ê dijî êrişan bang l ciwanan kir da ku dakevin kolanan.
Ji dawiya meha Mijdara 2022’yan ve li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişê ser dibistanên keçan tên kirin. Li gor daneyan heta niha zêdetirî hezar xwendekarên keç jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.
Gorî agahiyan tenê duh êrişî 80’ê dibistanên xwendevanên keçan yên li bajarên cûda yên îran û Rojhilatê Kurdistanê hate kirin.
Heta niha li parêzgehên Kirmaşan, Urmiye, Sine, Îlam ên Rojhilatê Kurdistanê her wiha bajarên Heftekelî, Xuzistan, Tehran, Sefadeşt, Şehiryar, Perend, Kiwar, Qum, Kerec, Lahîcan, Reşt, Hemedan, Kebûderaheng, Tebrîz, Semîrûm, Kaşan, Zencan, Bicnurd, Esfehan, Birûcêrd û çend bajarek din ên Îranê bi sedan xwendekarên keç ber gazên jehrî ketine û wan rakirine nexweşxaneyan.
Hemberî êrişan çalakvanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, êriş tol hilîna ji jinane û li pişt êrişê aliyên ser bi desthilatê hene.
Derbarê êrişan de Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistan bi daxuyaniyekê ragihand ku jehrîkirina xwendevanên keç ku pêşengiyê ji serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re kirine, weke heman êrişên bi çekên kîmyawî yên ser gerîlayên Kurdistanê ye. Heman daxuyaniyê hate gotin; “Ji ber ku bikaranîna her cûre kîmya, çandek faşîstane û zilamsalarî ya ku bi Hîtler û Sedam destpêkir, niha jî bi Erdogan û Xamneyî dewam dikeye.”
KCR’ê bang li cwianan û malbatên xwendevanan kir da ku dijî êrişan bêdeng nemînin û bi hevre dakevin kolanan.
Li aliyek din li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên ji bo 8’ê Adarê dewam dikin. Divê çarçoveyê de Komîteya Şehîd Ronahî ya li Bokan daxuyaniyekê ragihand ku ewê heya serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ bigihe armance xwe têbikoşin.
Duh jî Komîteya Jinên Urmiye di peyamek de daxwaz ji hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir ku li dijî sîstema desthilatdariya Îranê rabin û azadiyê bidestbixin.