KELARÊ – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, li bajarokê Kelarê standa pirtûkan hate danîn û pirtûkên Rêber Apo û Jîneolojiyê hatin pêşandan.
Li Parka Dayîk ya bajarokê Kelar a navenda îdareya Germiyanê, di bin pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşer, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, bi dirûşmeya ‘Li Gel Jin, Jiyan Werin Cenga Azadî’ standa pirtûkan hate danîn.
Di standê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Jîneolojiyê, pirtûka şehîd Viyan Caf, pirtûka şehîd Sara Jiyana min hertim têkoşîn bû, Manîfestoya Ciwanên Başûrê Kurdistanê û hemû pirtûkên Rêber Apo hatin pêşandan. Her wiha li nav bazara bajarok jî belavok hatin belavkirin.