QAMIŞLO – Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Yekîtiya jinên ciwan îro li bajarê Qamişlo, li hola Baxçeyê Xwendinê Forum organîze kir.
Bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî, Bi rêxistinbûyîna Jinan ve ber bi jiyana azad ve” iro bi dehan jin hatin gel hev, tê de endamên ên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn. Di diwan de endame Yekîtiya jinên ciwan, bi navê Ferîde Tarî, pirs dane nîqaş kirin. Wek: “Jin çawa dikare azad bijî?” û “Dijminên li derve û hundir çawa azadiya jinê asteng dikin?”
Salon hundir bi tabloyên bi destan hatibûn xemilandin. Di nava tabloyan de wêneyên Rêber Apo, wêneyên çandê, jinên ku xweparastinê dimeşînin hebûn.
çalaki bi diruşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.