Hesekê – Li bajarê Qamişlo û Hesekê Yekîtîya Jinên ciwan 7 ê adarê ji bo 8 adarê şanoyek li dar xistin. Di şano de da nîşan kirin kû şiddet û zilma li ser jinê tê kirin, jin wekî mal û milk a zilam dîtin, azadî ya jinê ji dest girtin û di mal da hêştin. bi vê Şanoyê azadîya jinê da nîşan kirin, hêzbûna jinê da nîşan kirin û şerkerî ya jinê da nîşan kirin. Bi boneya 8 ê Adar ê jinên ciwan li hesekê şano pêşkeş kir. Bi dehan jinên ciwan û gel beşdar bûn. Şano li ser koletîya jin û lêgerîna Azadiyê bû. Jinên ciwan ên ku tevlî şanoyê bûne, diyar kirin ku ewê bi her awayî li dijî zîhniyeta baviksalar têkoşîna xwe bê navber bidomînin.
Jinên ciwan navê xwe Suryaz wiha got:
‘’Roja 8 Adar ê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, em vê rojê destpêkê li Rêber APO gerîlayên serî çîya, tevahî Şehîdan û hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Ji xwe 8 adarê me xwest em şanoyekê çekin. Ji bo 8 adarê ji bo Roja Jinên Kedkar a Cîhanê em gel bidin nas kirin û em şîdeta li ser jin em nîşanî civakê bikin me bi rêya şano xwest em nîşan bidin. Vê şîdetê li ser jin rakin û em hemberî vê şîdetê wek jin bisekinin. Em wek jin bi hêzin em dikarîn her tiştî bikin. Em bikaribin di Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de vê şîdeta li ser jin nîşanî gel bikin ku şîdet li ser rabê em wan azad bikin.’’
Jinên ciwan navê xwe Nur wiha got:
Em îro li vê de rê kom bûn ji bo ku em şanoyekê lidar bixin. Ev şano ji bo roja 8 ê Adar ê ye. ji bo ku her jin nas bike ku ev roj çi ye? û em çima di vê rojê de em her sal şahîya çê dikin. Ev roj ji bo ku hemû jinên cîhanê taybet jinên Kurd şiyar bibin û şîdeta li ser jin em bikabin bişkînin. Em wek jin di tevahî cîhanê de pêwiste li hember zîhniyeta baviksalar îradeyek xurt nîşan bidin da ku îro em şoreşek wek şoreşa Rojava lidar bixin. Û em li hember şîdetê û deshilatdariyê bisekinin. Rêber Apo hêvîyek pir mezin jin de dibîne ku taybet em wek jinên ciwan vê şoreşa jinê serbixînin. Hêvîya min tevahî jinan ewe ku em îradeyek xurt nîşan bidin em dikarin vê şîdetê bişkînin.
Çalakî bi slogana Jin Jiyan Azadî dawî bû.