Kobanê – Bi boneya 8 ê Adar ê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê Jinên Ciwan bi diruşmeya “Jin Jiyan Azadî li Bajarê Kobanê Konferans lidar xist.
Bi dehan jinên ciwan û sazîyên cuda tevlî Konferansê bûn. Salon bi wêneyên Şehîdên jin lefîteyên JinJiyan Azadî hat xemilandin. Ji tevahî şehîdên Kurdistanê Konferans bi deqeyek rêz girtinê destpêkir. Axaftina vekirinê hat kirin. slogana “Jin Jiyana Azadî ” ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêşket û îro li tevahî cîhanê belav bû wek mijara destpêke li ser girîngiya “Jin Jiyan Azadî hat niqaş kirin. li ser wate û girîngiya 8 ê Adar ê sinevîzyon hat temaşe kirin. Bi slogana Jin Jiyan Azadî çalakî dawî bû.
Piştî konferansê Jinên Ciwan bi rengê xwe û Alên Yekitiya Jinên Ciwan, YPJ û Kongra Star qada Ş.Arin xemilandin.