BURSA – Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêber APO e û wasiyê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e û Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi heman daxwazê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzer hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin.
Abdullah Ocalan di 27’ê Nîsana 2020’an de yekem car mafê axaftinê bi telefonê stend. Di 25’ê Adara 2021’an de ji ber hin îdiayên di medyaya dîjîtal de fikarên raya giştî zêde bûn, Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû. Lê belê Mehmet Ocalan ragihandibû ku ev hevdîtin hate qutkirin.
Parêzerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22 Gulan, 12-18 Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.