NAVENDA NÛÇEYAN – Îro li Hesekê bi sedan ciwanên endamên Tevgera Xwendekarên ji çar aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca nîqaşkirina pirsgirêk û çareseriyên xwendekaran ên li herêmê û pêşxistina rêxistinbûna xwe ya ji rêzê beşdarî civînekê bûn.
Civîn bi drûşmeya Divê em xebatê xwendin û nivîsandinê dîrokî bikin hat lidar xistin. Di civînê de Fermandarê QSD′ê Mazlum Kobanê ku di ciwaniya xwe de jî di nava tevgera xwendekarên Rojava de cih girtibû û di pêşengtiya Şoreşê de bi awayekî aktîf lîstibû, amade bû. Kobanê, girîngiya perwerdehiya bi kalîte û rola ciwanên ku dixwînin ji asta bingehîn heta zanîngehê analîz kir. Di civînê de her wiha diyar kir ku tevgera xwendekar di avakirina şoreşê de çawa bi awayekî aktîf cih girtiye, girîngiya rêxistinbûna li ser xeta Rêber APO ji bo afirandina sîstema xweser û parastina şoreşê nîşan da. Axaftin ji aliyê xwendekaran ve bi moral û anîmasyoneke, zêde hate şopandin.
https://www.youtube.com/watch?v=r62EGUd5-WU
Piştî axaftina komîsyonê, mafê axaftinê ji xwendekaran re hate dayin û xwendekaran jî pirsgirêkên di jiyana rojane ya xwendekaran de rû didin rexne kirin, nirxandin û piştre jî ji bo çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî pêşniyar hatin kirin. Civîn bi armanca komkirina xwendekarên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşxistina têkiliyeke xurt di navbera kesên amade de ji bo pêşxistina xebatên tevgera xwendekaran hate lidarxistin.
https://www.youtube.com/watch?v=moOIoSF149c
civîn bi şahiyêkî bi coş, moral û gowend bi dawî bû.
N.C// BARAN MAWA