LÛZERN – Duh (10’ê Adarê) li bajarê Lûzern ê Swîsreyê di pêşengiya tevgera ciwanên şoreşger TCŞ û TekoJIN de komuna ciwanan a Şehîd Aram Rênas hate îlankirin.
Ciwan di çalakiya ku di şexsê şehîd Aram Rênas de bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir de, destnîşan kirin ku armanca wan a yekemîn azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye.
Piştî nîqaşan sînevîzyonek li ser Şehîdên Ewropa û rol û mîsyona ciwanan hate pêşandan. Piştre ciwanan li ser pêvajoya siyasî û xebatên ku bên kirin nirxandin kirin û bi xwendina qanûnnameya TCŞ’ê nirxandin hatin kirin. Li ser van encaman soza hembêzkirina azadiya fizîkî ya Rêber APO û têkoşîna gerîlayên Kurdistanê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku pêşengiya yekemîn a ciwanan e, berxwedaneke lehengî nîşan da, dubare kir.
Li hemberî rêbazên şerê taybet û rastiya dijminatiyê ya li Ewropayê, ciwanan bi awayekî vekirî diyar kirin ku ew ê di çarçoveya paradîgmaya ku Rêber APO afirandiye de xwe bi rêxistin bikin û li dijî şerê taybet wê bi vî rengî bersivê bidin.
Piştî daxuyaniya komunê ciwanan bi gotina “Me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser bikevin” komun ragihandin.