NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser kedê têkoşîna herî mezin hat meşandin’
Ji dawiya sedsala 19’emîn û destpêka sedsala 20’emîn şûnde li welatên weke Îngîltere, DYE û Elmanya li gel têkoşîna nasîna mafên polîtîk ên wekhev û pêkankirina derfetên perwerdeya wekhev a jin û mêr, li hemberî metîngehiya li ser kedê têkoşîna herî mezin hat meşandin. Qada kedê xwe dispart hêza kar a erzan. Ji ber ku erzan e, ji aliyê sermayedaran ve herî zêde keda jin û zarok dihat hilbijartin.
‘Lêgerîna xwe ya mafê berdewam kirin’
Mêr weke karkerê biwesf, jin û zarok jî weke karkerên bê wesf dihat dîtin. Ne ku tenê mûçeyê jin û zarokan kêm bû; di heman demê de di nav derfetên jiyan û xebata herî xirab de dihatin şixulandin.
Piştî ku keda jinan ket nav qada hilberînê şûnde, hin caran barê debara hemû malbatê jinan girtiye ser milên xwe. Jinan ji derveyî keda malê; li madenan, li atolyeyên tekstîl-cildirûnê, li ferbîqeyên pembû, niftik (kibrit) û kitanê, li cilşoxaneyan, her wiha li karên çêkirina zincîr, dantêl, hesin, elyaf û celdkeriyê (cildtçilik) de dişxulîn. Di nîvê dawî ya sedsala 19‘emîn de çîna karker bi riya rêxistinên xwe yên siyasî û sendîkayan karîbû vê dorpêça xirab bişkîne. Jinan di nav van tevgerên sendîqayan de cih girtin û xwe birêxistin kirin. Jinan di vê qadê de li hemberî sendîkavanên mêr û karkerên mêr jî têkoşînek mezin meşandin. Tevî dûrxistina wan jî, di vê qadê de lêgerîna xwe ya mafê berdewam kirin. Bi destpêkirina sala 1842’an ve jinan di her girevê de cihê xwe girtin. Li her cihê ku sendîkavanên mêr rastî binkeftinê hatin, rêxistinvanên jinan ketin meriyetê. Jinan girevê hilgirtin ser milên xwe, birêxistin û çalak kirin.
‘Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê’
Di vê heyamê de; bi daxwazên wekheviya mûçeyê ji bo karê wekhev, sererastkirina mûçeya pîşeyên ku kêm mûçe digrin, karê hefteyê daxistina bin 48 saetan, rakirina cezayên kedê, zêdekirina mufetîşên kargehan, tezmînata jidayikbûnê, malên kooperatîf ên ji bo jinên kedkar gelek kampanya hatin sazkirin. Her wiha ne tenê jinên xwedî milk ji bo hemû jin bibin xwedî mafê hilbijartinê kampanya hatin dirûstkirin. Jinên ku çalakiyên girev, boykot, qelskirina kar lidarxistin, ji nîvê sedsala 19’emîn şûnde di mijarên ewlekariya civakî, destûra welidandinê û wekheviya mûçeyê ji bo karê wekhev, berxwedaniyan pêş xistin. 8’ê Adarê ya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dibe pênase û navê hevpar a berxwedanên dîrokî yên ku jin bi van daxwazên ked, maf û azadiyê pêşxistine. Di sala 1857’an de li bajarê New York a DYE 40 hezar karkerên tekstîlê yên piraniya wan jin in, dest bi çalakiyê dikin. Bi pêşengtiya jinan, bi daxwaza derfetên xebata hîn çêtir li fabrîkaya tekstîlê dest bi grevê kirin. Jinan bi biryardarî û tavîz nedayîna ji vê berxwedanê kirin ku ev berxwedan bi rojan berdewam bike. Ji ber vê yekê ji aliyê xwediyên sermayedar û polîsan ve gelek êriş li hemberî çalakiyê pêk tên.
‘Êrîşên serweriya mêr dengê xwe digihînin hev’
Di 8’ê Adara 1857’an de polîs, careke din li hemberî karkeran dest bi êrişê kirin. Karkerên jin ên di grevê de, li fabrîqayê hepis kirin û fabrîqayê dan ber agir. Jinên karker ji ber barîqatên ku li ber febrîqeyê hatibûn avakirin, nikarîbûn ji fabrîqayê derkevin. Bi vê awayê 129 jinên kedkar, bi awayekê hovane hatin qetilkirin. Ev bûyera trajîk a têkoşîna jinan a kedê, ji bo têkoşîna jinan a wekhevî, azadî û mafê dibe mîladek. Ev bûyer di rêya xwe gihandina mafên wekhev de weke şerê destpêkê ya jinan tê qebûlkirin. Qetilkirina 129 jinên kedkar bi jinan re gav paş de avêtinê pêş naxe. Berovajî ev yek dibe dîroka têkoşînekê ku pêşdetir diçe. Bi armanca bibîr anîna berxwedan û têkoşîna 8’ê Adarê Clara Zetkîn dikeve nava tevgerê. Di sala 1910’an de li Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ku li Kopenhag a paytaxta Danîmarkayê tê lidarxistin, Clara Zetkîn pêşniyar dike ku 8’ê Adarê weke Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê were qebûlkirin û ev pêşniyar ji aliyê hemû delegeyan ve tê qebûlkirin. 8’ê Adarê ya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê yekemîn car di 19’ê Adara 1911’an de li Elmanya û Îsvîçre hat bîranîn. Di sêyemîn Konferansa Jinên Sosyalîst ên Navnetewî ya sala 1921’an de li Moskovayê hat lidarxistin, biryar hat dayîn ku bîranîn di roja 8’ê Adarê de bên kirin. Bi vê awayê 8’ê Adarê dibe rojekê ku tevahî jinên cîhanê li hemberî feraset û êrîşên serweriya mêr dengê xwe digihînin hev û bilind dikin.
‘Mîna cejnekê fermî hat pîrozkirin’
Salên 1960’an şûnde li DYE 8’ê Adarê tê bibîr anîn. Li Tirkiyê 8’ê Adarê yekemîn car di sala 1921’an de hat bîranîn. Salên şûnde jî demekê dirêj destûra pîrozbahiyên 8’ê Adarê nehat dayîn. Lê piştî ku Tirkiyê jî ji bernameya Deh Salê Jinan a Netewên Yekbûyî bandor bû, di sala 1975’an de kongreya Sala Jinan a 1975 a Tirkiyê hat lidarxistin. Bi vî awayî ji sala 1975’an şûnde 8’ê Adarê bi awayekê hîn zêde û girseyî hat pîrozkirin, pîrozbahî ji qadên girtî derketin kolanan. Piştî derbeya 12’ê Îlonê rêveberiya cûntayê heya sala 1984’an destûra pîrozbahiyan neda. Piştî sala 1984’an, 8’ê Adarê ku jinên sosyalîst xwedî lê derket mîna cejnekê fermî ji aliyê sazî û rayedarên dewletê ve hat pîrozkirin. Armanca vê yekê rihê berxwedana lêgerînên jinan a azadî û wekheviyê ya ku 8’ê Adarê temsîla wê dike, ji rêzêkirin û li ser pergalê zêdekirin e. Lê jin nayên vê lîstokê. Meşa Şevê ya Femînîstan a piştî sala 2003’yan li Taksîmê destpê kir û her sal di 8’ê Adarê de tê pêkanîn, piştî wê salê û şûnde li bajarên din jî pêk hat. Di sala 2014’an de piştî ji aliyê walitiya Stenbolê Qada Taksîmê û Cada Îstîklalê ji lîsteya cihên mîtîng û meşê hate derxistin, rûxmê hemû êriş û astengkirinên Meşa Şevê ya Femînîstan jî di 8’ê Adarê de li Cada Îstîklalê meşa şevê pêk hat. Neteweyên Yekbûyî, di sala 1977’an de 8’ê Adarê bi navê “Roja Jinên Cîhanê“ qebûl kir.
‘Mafê hilbijartina jinan û metîngeriyê hat rawestin’
8’ê Adarê li gelek cihên mîna Çîn, Rusya, Kûba, Kazakîstan, Moldova, Ozbekîstan û Eyaleta Berlînê ya Elmanya weke tatîla fermî tê qebûlkirin. Di tevahiya sedsala 20’emîn de jinan, 8’ê Adarê ya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji bûyîna rojekê bîranînê derxistin. Têkoşîna jinan bilind bû û jinan di qadên siyasî, civakî, zanist-hûnerî, dîrokî, aborî û hiqûqî de hîn bêtir xwe nîşan dan. Femînîzm; lêgerîna nû ya jinan, serhildan, rexne û teoriya tevgerên dijî pergalên serweriya mêr di her serdemê de hîn bêtir mezin kir. Rihê 8’ê Adarê bi sedsala 20’emîn re têkoşîna birêxistinî ya jinan hêj bêtir derxist pêş. Jinan ji aliyekî ve bi civînan û konferansan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin û hêzên xwe yê aqilê hevbeş ava kirin; ji aliyekî din ve jî sînoran derbas kirin, rêxistin û tora rêxistinbûna jinên navnetewî pêş xistin. Li ser vê bingehê armanc kirin ku him di nav pergalê de him jî dijî pergalê têkoşînên xwe hêj bi awayekê birêxistinkirî bimeşînin. Li ser vê bingehê Yekemîn Konferansa Jinên Sosyalîst ên Navnetewî di 17’ê Tebaxa 1907’an de li Sturtgatê pêk hat. Ji 15 welatan 58 delege beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de li ser mijarên mîlîtarîzm, mafê hilbijartina jinan û metîngeriyê hat rawestin. Nîqaşên pir germ pêş ketin. Di konferansê de Sekreteriya Konseya Rêxistinên Xebatê û Sosyalîstên Jin ên Navnetewî hat avakirin. Rojnameya Die Gleichheit a Clara Zetkin weke weşana hevbeş hat qebûlkirin.
‘Bi tawana ‘Xiyaneta welat’ tê girtin’
Dûyemîn Konferansa Jinên Sosyalîst a ku li ser bingehê pêşniyara Clara Zetkîn 8’ê Adarê weke Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat qebûlkirin, di navbera dîrokên 26-27’ê Tebaxa 1910’an de hat lidarxistin. Ji 17 welatan 100 delege beşdarî konferansê bûn. Mijarên muwzûata civakî, perwerde, tendûristiya gel û mafê jinan a hilbijartinê hat bidestgirtin. Sêyemîn Konferansa Jinên Sosyalîst ên Navnetewî li bajarê Bern a Îsvîçre 26-28’ê Adara 1915an de hat lidarxistin. Konferans di demê Şerê Parvekirina Cîhanê ya Yekemîn de hat lidarxistin. Elmanya û Fransa li hemberî hev di nav şer de bûn û partiyên sosyalîst ên van welatan ber bayê netewperestiyê ketibûn. Elmanya û Fransa beşdarbûna jinan a ji vê konferansê re qedexe kirin. Lê jinên sosyalîst bi hilweşandina hemû astengiyan vê biryarê qebûl nekirin û beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de mijarên bingehîn ên rojevê şer, netewperestî û aşîtî bû. Têkoşîna jinên birêxistinkirî di têkoşîna Aşitiyê de rîstekê girîng hildigre ser milê xwe. Clara Zetkîn ji aliyekî ve têkoşînek pir mezin dide da ku mafê bijartin û hilbijartina jinan, bi awayekê serbest belavkirina dermanên pêşîlêgirtina dûcanîbûnê û kûrtaj fermî bibe; li aliyekî di ve jî di sala 1915’an de di demê Şerê Cîhanê ya Yekemîn de li Elmanya bi awayekê îllegal bi navê ‘dev ji şer berdin’ manîfestoyek diweşîne. Bi tawana ‘Xiyaneta welat’ tê girtin. Lê dema ku tê berdan dubare xebatên xwe yên li dijî şer berdewam dike.
Tekoşîna ji bo ronahiyê
Beşa duyemîn
‘Li ser kedê têkoşîna herî mezin hat meşandin’